Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Tebqayê, da zanîn ku bi êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê aktîf bûne.
TEBQA
Tevî rizgarkirin û serweriya ewlekariyê li herêmê, car caran şaneyên veşartê yên DAIŞ`ê bi êrîşên li ser Efrînê, li herêmê derdikevin.
Têkildarî mijarê, ji rêveberên Dîwana Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Tebqayê Mihemed Polat ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman,ʺPiştî rizgarkirina herêma Tebqayê, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo derbkirin û xerabkirina ewlekariya herêmê, bi karên qirêj radibe. Ev şane yekser girêdayî dewleta Tirk a dagirker e û îsbata vê yekê jî dema dagirkeriya Tirk êrîşî Efrînê kir, şaneyên DAIŞ`ê ketin nava tevgerê.ʺ
Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) gelek caran hişyarî da ku bi êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, wê DAIŞ`ê jinûve zindî bibe. DYA`yê jî gelek caran têkildarî heman mijarê hişyarî da, lê tiştek li ser rûyê erdê nekir.
Polat di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek şaneyên DAIŞ`ê girtin, piştî lêpirsînê têkiliya wan bi dagirkeriya Tirk derket holê.
Beriya niha bi du hefteyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê şaneyeke veşartî ya DAIŞ`ê li bajarê Tebqayê girtin.
Polat di berdewamiya axaftinên xwe de tekez kir ku ew wekî Hêzên Ewelarkiya Hundirîn ji bo xurtkirina ewlekariyê li herêmê û xurtkirina bendên kontrolê, ew ê xebatên xwe zêdetir bikin.
Polat di dawiya axaftinên xwe de soza tunekirina hemû şaneyên ʺterorîstʺ li herêmê da.