حركة المجتمع الديمقراطي

‘Em ê bi hemû derfetên xwe alîkariya gelê Efrînê bikin’

610

KOBANÊ

Bi armanca destekdayîna bi şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî neçar mane warê terik bikin û xwe li li herêma Şehbayê girtine, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê 18‘ê Adarê kampaniya komkirina alîkariyan  da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de konê komkirina alîkariyan li Qada “Şehîd Egîd” vegirt. Kampaniya komkirina alîkariyan heta niha dewam dike. Şêniyên kontonê bi komî ber bi konê ve diherikin û alîkariyan pêşkêş dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê di hefteya yekemîn  a kampanyayê de 29 kamoyên alîkariyê ber bi herêma Şehbayê re şand.

Alîkariyên ku têne komkirin, madeyên lojistîk û pere ne.

Ismaîl Ehmed yek ji rêveberên kampanya berhevkirina alîkariyan diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo alîkariya gelê Efrînê tekoşîn bikin û got wê “Dema DAIŞ‘ê sala 2014‘an de êrîşî me kir, me jî heman êşa gelê Efrînê jiyan kir. Lewra em ê bi hemû derferên xwe alîkariya gelê me yê li Efrînê bikin.”

Ismaîl got, kampaniya komkirina alîkariyan berdewam bike ta hemû  şêniyên Efrînê vegerin malên xwe.