حركة المجتمع الديمقراطي

Ji KNK`ê daxuyaniya ji bo Başûr: Helwesteke neteweyî divê

672

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û diyar kir, Erdogan piştî dagirkeriya li ser Efrînê hedefa xwe diyar kiriye ku ji Efrînê ber bi Qendîlê ve êrîşên xwe domdar bike û xeta fireh dagir bike.

KNK’ê li ser plana dagirkirina Başûr a dewleta Tirk got, “Artêşa Tirk li gorî tixûbên xwe yên fermî ji rojhilatê ve ber bi navçeya Biradosta û ji başûr ve jî ber bi navçeyên din ên Bahdîna ve di nav hemleya dagirkirinê de ye. Ev pozisyona wan naşibe yên berê. Gelek eşkere dixwazin ji Biradostê heta Bahdîna wê navçeya fireh dagir bikin û bi vê operasyonê di qonaxa ewilî de Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bikin û wekî Efrînê dagir bikin. Heke di vê êrişkariya xwe de bi ser bikevin, gava wan a duyemîn wê kontrolkirina Başûrê Kurdistanê be. Ev êrişên dewleta Tirk yên li van navçeyan têne kirin êdî ji niyetê derbas bûne û di pratîkê de dagirkiriyê dest pê kiriye.”

KNK’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku li dijî plana dagirkirina Kurdistanê tenê rêyek li ber Kurdan heye, ew jî berxwedan e û xwest her kes vê rewşê bi fikrekî neteweyî binirxînin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “KNK daxwazê ji hemû welatiyên Kurdistanê dike ku vê rewşê bi bîr û hizireke neteweyî û niştimanî rave bikin, bixwînin, hilsengînin û encameke di xêra neteweyê Kurd û Kurdistanê da jê derxînin. Encama di xêra Kurd û Kurdistanê de yek e: Bi tifaqî dijî vê êrişkarî û dagirkeriya dewleta Tirk rawestan. KNK vê sekina neteweyî û niştimanî ji hemû Kurdistaniyan daxwaz dike.”

KNK’ê herî dawî êrîşkariya dagirker a dewleta Tirk şermezar kir û wiha bang li saziyên navneteweyî kir: “KNK bangî hemû dewletan, Neteweyên Yekbûyî, NATO, Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Dewletên Erebî û cîhana demokratîk û humanîter jî dike ku dijî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin, bidin rawestandin û piştevaniya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bikin.”