KNK’ê bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û ji hemû hêzên Kurdistanî xwest ku bi helwesteke neteweyî û niştimanî li ber dagirkeriyê rabin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û diyar kir, Erdogan piştî dagirkeriya li ser Efrînê hedefa xwe diyar kiriye ku ji Efrînê ber bi Qendîlê ve êrîşên xwe domdar bike û xeta fireh dagir bike.
KNK’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku li dijî plana dagirkirina Kurdistanê tenê rêyek li ber Kurdan heye, ew jî berxwedan e û xwest her kes vê rewşê bi fikrekî neteweyî binirxînin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “KNK daxwazê ji hemû welatiyên Kurdistanê dike ku vê rewşê bi bîr û hizireke neteweyî û niştimanî rave bikin, bixwînin, hilsengînin û encameke di xêra neteweyê Kurd û Kurdistanê da jê derxînin. Encama di xêra Kurd û Kurdistanê de yek e: Bi tifaqî dijî vê êrişkarî û dagirkeriya dewleta Tirk rawestan. KNK vê sekina neteweyî û niştimanî ji hemû Kurdistaniyan daxwaz dike.”
KNK’ê herî dawî êrîşkariya dagirker a dewleta Tirk şermezar kir û wiha bang li saziyên navneteweyî kir: “KNK bangî hemû dewletan, Neteweyên Yekbûyî, NATO, Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Dewletên Erebî û cîhana demokratîk û humanîter jî dike ku dijî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin, bidin rawestandin û piştevaniya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bikin.”