Şêniyên Efrînê pirsyar kirin ku wê kî meclîsa dagirkeran qebûl bike û destnîşan kirin ku ew Meclîsa ku li Dîlokê ji hin xayînan ve hatiye avakirin qebûl nakin û gotin ku tu wate ji meclîsa wan re nîne.
ŞEHBA
Welatiyan her wiha siyasetên guhertina demograftî û sûcên li dijî mirovahiyê ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tîn in şermezar kirin.
Welatiyê bi navê Hisên Welîd derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Ma li Efrînê wê kî pêşwaziya Melcîsa ku dagirkeran ji xayînan ava kiriye, bike. Çi wateya vê meclîsa wan heye. Endamên meclîsê cihê xwe di qetilkirina sivîlan, talan, dizî û binpêkirina nirxên gelê Efrînê de cih girtin. Ev meclîsa wan ji destpêkê ve bê wateya û wê dawiya wê jî bê wate be.”
WElatiyê bi navê Şervan Bekir jî derbarê mijarê de got ku çeteyên ji derve hatine dixwazin Efrînê birêve bibin û wiha dom kir: “Meclîsa wan meclîseke bê exlaq e. Ew dixwaz in li ser fedekariya şêniyên Efrînê ya 7 salan xwe ava bikin. Lê em ji wan re dibêjin, wê rojek were û em ê vegerin Efrînê.”
Welatiyê bi navê Elî Îbo jî ev tişt anî ziman: “Piştî êrîşa ku dewleta Tirk êrîşa hovane li dijî Efrînê pêk anî, wê bi çi sîfetan meclîsan ava bike. Ew meclîsa dagirkeran e, nûnertiya şêniyên Efrînê nake. Gelê Efrînê xwediyê heq e. Bê guman wê hemû pîlanên wan têk biçin. Tu pêwîtiya me bi meclîsa wan nîne, ji ber ku Rêveberiya Xweser tenê nûnertiya me dike.”