حركة المجتمع الديمقراطي

Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin

657

KOBANÊ/HESEKÊ

Şahiya Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşdarbûna dehan zarokan û endmên çandê hate lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endama Navenda  Rêveber a Navenda Çandê Efîn Berewad axivî û bal kişand ser bandora aloziya heyî ya li ser zarkan û destnîşan kir ku aramnca wan ji şahiyan ew e ku dilê zarokan xweş bikin.

Koma Arîn a navenda Çand û Hunerê û Koma Şehîd Barîn a Navenda Kevana Zêrîn starn pêşkêş kirin.

Di şahiyê de her wiha koma Şehîd Şîlan û Koma Rêvana dîlan û koma Şehîd Mustafa jî şano pêşkêş kirin.

Şahiya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî li navenda Çandû Hunerê ya Dirbêsiyê hate bi beşdarbûna dehan zarokan û malbatên wan hate lidarxistin.

Di destpêka şahiyê de pêşbirk di nava zarokan de hate lidarxistin û pirs ji wan hate kirin.

Paşê Koma Şehîd Peyman stranên zarokan pêşkêş kir, her wiha Koma Şano ya Robî jî şanoyek li ser berxwedana serdemê pêşkêş kir û diyar kirin ku çawa dagirker mal û milkên Efrînê talan kirin.

Di dawiya şahiyê de şêranî li zarokan hate belavkirin.