حركة المجتمع الديمقراطي

Baranê êşa welatiyên Efrînê yên di kampa Berxwedan de zêde kir

736

ŞEHBA

Rewşa welatiyên Efrînê yên di kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê jiyan dikin, bi barîna baranê hîn zehmetir bû. Av derbasî konan bû û welatî neçar bûn ji konan derkevin û bi zarokên xwe re li ber sermayê bimîn in.

Di nava konan de av kom bû û gol çêbûn, her wiha ji ber heriya zêde welatî nikarin di nava konan çûn û hatina welatiyan asteng bû.

Welatiyê bi navê Murad Mihemed yê di kampê de dimîne diyar kir ku rewşa wan ji ber baranê pir zehmet bû ye û destnîşan kir ku av ketiya konên wan, nema dikarin di wan konan de bimîn in. Mihemed, her wiha destnîşan kir ku hemû tiştên di konên wan de şil bûn û ew û zarokên xwe neçar man li derve li ber sermê bimîn in.

Mihemed bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bê dengiya xwe derkevin û alîkariya welatiyên di kampa Berxwedan de jiyan dikin, bikin.

Ji dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê kamp bi alîkariya rêveberiya Şehbayê vekiriye û hate niha, rêxistinên alîkariyên mirovî yên navdewletî alîkariya welatiyên Efrînê yên di kampê de dimîn in, nakin. Tenê alîkariyên ji gelê Bakurê Sûriyê ji aliyê welatiyan ve tên berhevkirin û alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurd li welatiyan têne belavkirin. Ew jî têra hejmara zêde ya welatiyan nake.

Di kampa Berxwedan de nêzî 3 hezar û 500 welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe ji neçarî terik kirin, jiyan dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê çile de bi hemû cûreyên çekên giran êrîşî kantona Efrînê kirin. Di êrîşa xwe de balafirên şer hemû deverên Efrînê bombebaran kirin, di encamê de bi sedan welatiyên Efrînê şehîd bûn û birîndar bûn. her wiha binsaziya herêmê hate ruxandin.