حركة المجتمع الديمقراطي

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Tebqayê îdîayên rêjîmê derewandin

662

TEBQA

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Şiyar Mihemed derbarê geşedanên dawî yên derbarê Sûriyê de ji ajansa (ANHA) re axivî û got tiştê li Tebqa çêdibe yekser girêdayî rewşa Sûriyê  bi giştî ye û ev tişt anî ziman,”Tebqa beşek ji xaka Sûriyê ye. Jê ne qut e.”

Ji 10’ê Gulana 2017 dema hêzên QSD’ê bajarê Tebqa û gundên wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, rêjîma Sûriyê îdîayên ku dê vegere û Tebqa bi dest bixe di nava civakê de belav dike.

Mihemed derbarê van îdîayên rêjîmê de got ku rêjîma Sûriyê di riya şerê taybet re dixwaze tevlîhevî û tirsê di nava gelê herêmê de derbixe û wiha got,”Îdîayên rêjîm derbarê vegera xwe ya Tebqayê ji rastiyê dûrin. Ew tenê îda ne. civaka ku fêrî rêveberiya xwe bi awayekî demokratîk bûbe, ne mumkine vegera rêjîmê careke din qebûl bike.”

Şiyar Mihemed derabrê kiriyarên rêjîma Sûriyê û bombebarana welatiyên Sûriyê li Xûta jî nirxand û got ku kiryarên rêjîmê li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne.

Mihemed her wiha da zanîn ku gelê Tebqayê dikarin rêveberiya xwe bikin û wiha dom kir,  “Em di riya rêveberiya sivîl a Tebqayê re me karîbû xwe di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de birêve bibin.”

‘Dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir kiriye’

Mihemed derbarê êrîşên dewleta Tirk a ji xaka Sûriyê re jî got ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir kiriye û wiha pê de çû,” Dewleta Tirk li dijî hemû projeyên demokratîk e. Heger projeya demokratîk li başûrê Sûriyê jî hatiba ragihandin, wê dewleta Tirk li dijî wê ba. Siyasetên Tiriyê yên faşîzim li dijî hemû projeyên demokratîk e. Dewleta Tirk ber bi têkçûyînê ve diçe.”