حركة المجتمع الديمقراطي

‘Kesayetên di nava ENKS’ê de navê xwe yê îxanetê di dîrokê de nivîsandin’

736

HESEKÊ

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hemîd Şêxmûs Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hemîd Şêxmûs derbarê hin kesayetên di rêveberiya ENKS’ê de ku piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dagirkirina Efrînê de girtin ji ajansa me re axivî.

Şêxmûs di destpêka axaftina xwe de got dewleta Tirk ji bo qaşo rêveberiya Efrînê meclîs avakirine û wiha dom kir: “ew tenê ji hin endamên ENKS’yê yên bi xeta xwe û gelê kurd re îxanet kirine pêk tê. Ev karê van kesayetan wê di lîsteya xayînan di dîroka gelê kurd were nivîsandin.”

Hemîd Şêxmûs derbarê bê dengiya civaka navdewletî ya derbarê kiryarên dewleta Tirk a li Efrînê wiha got: “Bê dengiya civaka navdewletî nîşan dide ku ew jî cihê xwe di êrîşên ku bi dehan zarokên bê gueh di encamê de jiyana xwe ji dest dan e digirin.”

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hemîd Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Efrînêye lê belê ew ê dîmbografya herêmê didin guhertin û malbatên çeteyên girêdayî Tirkiyê li Efrînê bi cih dikin.