Artêşa Tirk a dagirker cotkarekî Serêkaniyê ku zeviyên xwe av dida, birîndar kir.
HESEKÊ
Nûçegihanên me yên li Serêkaniyê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gule berdan cotkarekî bi navê Ebid Rezaq ji welatiyên Serêkaniyê ku ziviyên xwe yên li gundê Ebû Sewan ê nêzîkî sînor av didan.
Cotkarê ku temenê wî nêzî 40 salî ye di encama gulebaranê de birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.