حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Rûsiya di qetilkirina gelê Efrînê de şirîka Tirkiyê ye

2,722

Fermandariya YPG’ê diyar kir ku Rûsiya di rijandina xwîne gelê Efrînê û qetilkirina sivîlan de şirîka dewleta Tirk e.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê hevkariya Rûsiya û Tirkiyê ya di êrîşa li ser Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Rûsiya jî şirîka dewletaTirk e.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:

“Ji 47 rojan ve û dewleta Tirk û komên terorist ên girêdayî wê wekî Cebhet El-Nusra/DAIŞ êrîşeke hovane û şerekî vekirî tînin ser kantona Efrînê. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekan û hêzan bikar tîn in.

Wekî hemû dizanin ku ezmanê herêma Efrînê di bin parastina Rûsiya de ye, heger Rûsiya rê ji balafirên şer ên Tirkiyê re venekiriba, wê nikarîbanna derbasî ezmanên Sûriyê bibane û êrîşî Efrînê bikira.

Niha êdî ji her kesî ve diyar e ku Rûsiya bi vekirina rê ji balafirên şer ên Tirkiyê re û rê dayîna wê ku komkujiyan derheqê gelê Efrînê pêk bîne, şirîka êrîşa li ser gelê Efrînê ye. Ev hevkariya Rûsiya piştî hewldanên wê yên tehrîkirina YPG û rêveberiya siyasî ya Efrînê ji bo berjewendiyên xwe li ser herêmê feriz bikin, pêk hatiye. Tu berjewendiya gelê Sûriyayê di tevgerên wê de nîne.

Rûsiya û bi itîfaqên xwe yên bi dewleta Tirk re û rê dayîna Tirkiyê ku komkujiyan pêk bîne, junsat li dijî gelê herêmê bike, her wiha gelê Efrînê neçarî koçberkirinê bike, di rijandina xwîna gelê kurd ji sivîl û welatiyên bê guneh ên Efrînê de şirîk e.

Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li hikûmeta Rûsiya dikin ku ji biryara xwe ya rê dayîna Tirkiyê ya êrîşa dijminan e ya li ser Efrînê û qetilkirina gelê wê, her wiha rûxandina bajarok û gundên wê vegere. Em bang li gelê Rûsî jî dikin ku zextê li hikûmeta xwe bikin û rê nedênê ku di pîlanên xwe yên tu xizmetê nade gelê Rûsiya dewam, neke. Her wiha ji hikûmeta xwe bixwazin ku demildest ji biryara xwe vegere.”