حركة المجتمع الديمقراطي

Şandeya Komîteya Jinên Kurdistanê ji Qamişlo ketin ser riya Efrînê

733

QAMIŞLO – Şandeya 18 jinên 8 rêxistin û saziyên jinan ên Başurê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ji Qamişlo ber bi Efrînê ve ketin rê.

Şandeyeke rêxistinên jinan ku ji  18 jinên 8 rêxistin û saziyên jinan ên Başurê Kurdistanê pêk dihat li ser navê  “Komîteya Jinên Kurdistanêʺji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, 24’ê sibatê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Şande ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ku di nava 38 rojan bi dehat sivîl qetilkirin, li cem berxwedana Efrînê cih bigirin derbasî Rojava bûn.

Piştî ku şande serdana Rimêlan kir, duh jî gundê Jinwar serdan kirin û îro ji Qamişlo ber bi Efrînê ve ketin rê. Şande li ber avahiya Kongra Star a li Qamişlo bi rê ketin.