حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên PYD`ê binçavkirina Salih Muslim şermezar kir

586

HESEKÊ – Rêxistina Ciwanên PYD`ê ya Hesekê binçavkirina hevserokê berê yê PYD û Endamê Komîteya Diplomasî yê TEV-DEM`ê Salih Muslim şermezar kir.

Daxuyanî li ber navenda partiyê ya li taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi amadebûn bi dehan ciwanên PYD`ê ve hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek rêveberên ciwanên PYD`ê Fatime Cesas ve hate xwendin.

Di  daxuyaniyê de hate gotin ku binavçavkirina Salih Muslim ji aliyê Komara Çekya ve, berdewamiya komployên li dijî gelê Kurd û projeya wî ya demokratîk e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, ciwanên PYD`ê komployên navneteweyî yên dijî gelê Kurd di kesayeta Salih Muslim de şermezar kirin û bang li hêzê navneteweyî hate kirin ku bi erka xwe ya rawestandina êrîşên li ser Efrînê rabin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.