حركة المجتمع الديمقراطي

Ilham Ehemed: Bakurê Sûriyê cihê herî zêde ku çapemenî lê azad e

592

GIRÊ SPÎ – Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed diyar kir ku li herêmên Bakurê Sûriyê mezintirîn kombûna ragîhaninê heye û ev tişt anî ziman: “Bakurê Sûriyê cihê herî zêde ku çapemenî lê azad e. Tevlî hebûna zêde ya saziyên ragîhaninê, lê hemû aliyên jiyanê nayên şopandin.”

Hevseroka MSD’ê di semînera ku MSD’ê derbarê xebatên ragîhaninê de li Girê Spî li dar xist axivî û bal kişand ser rewşa xebat û pêşketina çapemeniyê yên li Bakruê Sûriyê.

Di semînerê de hevserokên MSD’ê û hejmarek rêveberên MSD’ê jî beşdar bûn. Ilham Ehmed di semînerê de axivî û aloziya Sûriyê ku ev çend sal in pêk hatiye bi bîr  xist û hîn jî tu riyên çareseriyê diyar nebûne û berpirsyariyên ragîhaninê yên di vê demê de bi bîr xist.

Ilham Ehmed her wiha da zanîn ku li Bakurê Sûriyê beranberî herêmên din saziyên çapemeniyê pir in, lê hemû aliyên jiyanê baş nayê şopandin û wiha domand: “Aliyê leşkerî baş tê şopandin, lê aliyê sivîl, rêveberî, aramî û pirojeya çareseriyê ya Bakruê Sûriyê baş nayê şopandin. Şopandina baş a di aliyê çapemeniyê de wê rê li ber çareseriya aloziya Sûriyê veke.”

Ilham Ehmed di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku gelek caran aliyê leşkerî û berxwedana tê nîşandan jî baş wekî tê xwestin nayê şopandin û wiha domand: “Wekî mînak li Efrînê dewleta Tirk çekên di qadên navneteweyî de qedexekirî ne bi kar aniye, lê ev mijar wekî tê xwestin di aliyê çapemeniyê de nayê şopandin, gerek wekî van bûyeran baş werin şopandin û aliyên ku qanûnên navneteweyî binpê dikin, hesab ji wan were xwestin.”

Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed her wiha got ku divê rojnamavan û xebatkarên çapemeniyê li pey rastiyan bigerin û erka dikeve ser milên wan pêk bînin.

Di semînerê de her wiha nîqaş hatin lidarxistin û hate gotin ku li Bakurê Sûriyê cihê herî zêde ye ku xebatên çapemeniyê bi azadî lê tên meşandin.