REQA– Komîteya Turîzim û Parstina Şûnwaran a Meclîsa Sivîl a Reqayê amadekariya temîrkirina Muzeya bajarê Reqayê dike.
Muzeya bajarê Reqayê di destpêka aloziya Sûriyê de ji aliyê komên çete yên navê Artêşa Azad li xwe dikirin ve hate dizîn û talankirin.Çeteyên DAIŞ’ê jî heman tişt dewam kirin û Muze wêran kirin, her wiha di dema şer de mayîn kirin.
Piştî rizgarkirina bajêr, xebatên paqijkirina ji mayînan dest pê kir. Muzeya Reqayê ya li kolana El-Mensûr a rojhilatê Çerxeriya Setê ji myînan hate paqijkirin. Niha jî Komîteya Turîzim û Parastina Şûnwaran amadekariya temîrkirina Muzayê dike.
Muzeya Reqayê di sala 1861’an de di dema Osmaniyan de hate avakirin. Di wê demê de wekî mala Seraya dihate bikaraanîn û di 24’ê cotmeha sala 1981’an de wekî Muze hate bikaranîn. Ji 2 qatan pêk tê û gelek şûnwarên ku ji herêma Reqayê dihatin derxistin tê de hatin bicihkirin.
Zirarên di dema Artêşa Azad û DAIŞ’ê de
Di sala 2013’an de dema Artêşa Azad li herêma Reqayê xwe bi rêxistin kirin Muze talan kirin û hemû tiştên biqîmet tê de dizîn.
Çeteyên DAIŞ’ê jî dema hatin li ser temam kirin û tiştên tê de mabûn ruxandin, her wiha gelek tişt talan kirin û li Tirkiyê firotin.
Piştî Reqa ji çeteyan hate rizgarkirin û jiyan vegeriya bajêr. Muze jî weke gelek deverên din ji mayînên çeteyan hate paqijkirin û niha Komîteya Turîzim û Parastina Şûnwaran a Meclîsa Sivîl a Reqayê kar û xebatan dide meşandin da ku Muzeyê ji nû ve temîr bike.
Derbarê mijarê de Hevserokê Komîteya Turîzim û Parastina Şûnwaran Yasir El-Ebdela wiha got: “Destpêkê me serdana Muzeyê kir. Lê me nikarîbû zirarên tê de çêbûne hesab bikin. Ji ber ku gelek mayîn ên çeteyan hîn tê de hebûn. Lê em ê di demeke nêzîk de dest bi xebatên temîrkirinê bikin.”
El-Ebdela bang li hemû rêxistinanên ku bi şûnwaran re eleqedar dibin kir ku piştgiriya wan bikin da ku parstina hemû bermahiyên dîrokî û şûnwaran bikin.