حركة المجتمع الديمقراطي

Bi hezaran di Cindirêsê de li ber xwe didin

507

EFRÎN – Endamê Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mustefa Kendelo ji herêma Cindêrsê diyar kir ku herêm di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û destnîşan kir ku divê hemû kes erka xwe ya mirovî pêk bîne.

Di berxwedana Serdemê de ku ket roja xwe ya 30’yî de her kes li gorî hêza xwe di nava berxwedanê de ye. Her kes bi rêbaza xwe li dijî dagirkeriyê tekoşînê dide meşandin û xizmeta welatiyê xwe dike.

Bi hezaran sivîl di Cindirêsê de ne

Endamê Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mustefa Kendelo diyar kir ku navenda herêma Cindirêsê niha bi hezaran welatiyên sivîl hene û ev tişt anî ziman: “Di nava welatiyên ku mane û li ber xwe didin koçber jî hene. Ji ber ewlekariya herêmê, Cindirêsê hilbijartin, ji destpêka şoreşê ve li vir in.”

Kendelo, her wiha da zanîn ku şêniyên herêma Cindirêsê bi hemû pêkhateyên xwe ve li ber xwe didin û li ser xaka xwe di nava berxwedanê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî êrîşa dijwar, topbarana û bombebarana Artêşa  Tirk gelê herêmê bi qehremanî li ber xwe didin. Di êrîşan de bi dehan welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan birîndar bûne, lê hîn jî civaka navneteweyî bê deng e û ji bê dengiya xwe dernakeve.”

Kendelo, her wiha destnîşan kir ku tevî Artêşa Tirk û çeteyên wê hemû cûreyên teknîka şer a pêşketî bikar tînin jî, lê ew nikarin pêş bikevin û ev tişt anî ziman:”Wê nikaribin di şerê xwe de pêş bikevin, Efrîn ji wan bi hêztir e. “

Rola meclîs û komînan

Kendelo, her wiha bal kişand ser rola meclîs û komînên herêma Cindirêsê û wiha dom kir: “Komîn û melcîsan her dem li ser piyan e, erka xwe pêk tînin û di nava sivîlan de seferber in, da ku pêdiviyên wan pêk bînin. Herêm di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û xizmeta derfetên welatiyan dikin. Komîn bingeha tevgera hevbeş  a dema şer e.”

Endamê Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mustefa Kendelo di dawiya axaftina xwe de jî got ku di vê dema dîrokî de divê hemû beşê civakê erka xwe ya ji bo xizmeta welatê xwe pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Ev dema hebûn û nebûnê ye. Banga min ji civaka navneteweyî re jî pêwîst e erka xwe pêk bîne û êrîşên li dijî sivîlên Efrînê bi jin û zarokên wê ve rawestîn.”