حركة المجتمع الديمقراطي

Berxwedêrên Cindirêsê: Dagirker nikarin pêş ve werin

616

EFRÎN – Artêş Tirk a dagirker hîn jî li herêma Cindirêsê êrîş dike da ku pêş bikeve, lê şervanên QSD’ê rê nade wan ku pêş bikevin. Rêjîma ku nikara pêş bikeve herêmê bê ser û ber topbaran dike.

Ji destpêka êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Efrînê bê navber dixwazin di herêma Cindirêsê de pêş bikevin. Lê şervanên QSD’ê ku li dijî wan berxwedaneke bêhempa nîşan dan rê nadin êrîşkaran ku pêş ve werin.

Nûçegîhanên me yên li eniya berxwedanê ya Cindirêsê xwe gihandin xeta pêşî ya berxwedanê û rastiya êrîş û berxwedana li wir tê jiyankirin di riya vê rapora bi dîmen amade kir.

Dema em li eniyên pêş ên parstina Cindirêsê digeriyan, em rastî şervanê bi navê Şergîn Elo hatin. Elo derbarê berxwedana li wir tê jiyankirin wiha got: “Ji destpêka êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser herêm dixwazin di eniya Cindirêsê de pêş ve werin. Lê di encama berxwedana şervanên me de, em rê nadin ku ew pêş ve werin. Em îro şerê duyemîn hêza NATO dikin. Di êrîşên xwe hemû cûreyên çekên pêşketî bikar tînin.”

Elo, her wiha da zanîn ku ew bi çekên xwe yên sivîl û îradeya xwe ya xurt şer dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi çekên xwe yên sivîl û îradeya ku me ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wergirtiye li ber xwe didin û bersiva êrîşan didin. Îradeya me ji rihê tekoşerên cangorî yên wekî Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr hatiye girtin. Em soz didin hemû şehîdên xwe û gelê kurd ku em ê heta dawî li ber xwe bidin û wê serkeftin ya hêzên me be. Dê her pelek zeytûnê bibe guleyek û li dijî dijmin derkeve.”

Li sengereke din a berxwedanê jî em rastî şervanê bi navê Mihemed Heto hatin.Heto bal kişand ser şêwazê êrîşa Artêşa Tirk a li dijî hêzên wan û wiha got: “Hemû cûreyên çek û teknîkên pêşketî bi kar tînin. Pir êrîş dikin, lê nikarin pêş ve werin. Digotin ku wê sê rojan bikevine Efrîn. Lê îro Artêşa Tirk û çeteyên wê li ber berxwedana şervanên me nikarin pêş ve werin. Ji ber vê yekê serî li rêbazên din û derewan didin.”

Artêşa Tirk a dagirker ji 20’ê Çile ve êrîşî herêma Efrînê dike. Di êrîşê de hemû cûreyên çekên giran û balafirên şer bi kar tînin. Di encama êrîşa wan de heta niha derdora 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 350 kes birîndar bûne.

Her wiha beşek mezin ji binesaziya herêmê ruxandiye.