حركة المجتمع الديمقراطي

Temûz Şemalî: Berxwedana Serdemê di cîhanê de deng veda

631

NARÎN EMÎN – HEMRÎN ŞÊXO

EFRÎN – Endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Temûz Şemalî diyar kir ku berxwedana serdemê ya Efrînê piştî serkeftinên YPG’ê û YPJ’ê bi alîkariya welatiyên herêmê di cîhanê de deng veda. Şemalî got ku vê berxwedanê hişt ku hevgirtina Kurdan li dijî dagirkeran xurttir bibe.

Berxwedana serdemê ya herêma Efrînê li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çileya borî ve berdewam dike. Artêşa dagirker di êrîşên xwe de hemû teknolojiya leşkerî û çekên qedexekirî li dijî welatiyên Efrînê bikar tîne, tevî vê yekê jî civaka navnetewî hêjî di nava bêdengiyê de ye.

Girêdayî mijarê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê bi Endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Temûz Şemalî re hevdîtinek pêk anî.

Temûz Şemalî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Rojava ve û piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin, dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide şoreşê têk bibe û serweriya xwe li giştî herêmê ferz bike. Dewleta Tirk niha jî di bin hinceta parastina sînorê xwe de êrîşî herêma Efrînê dike ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve weke herêma herî bi ewle tê nasîn.

Şemalî destnîşan kir ku ji destpêka avakirina hêza leşkerî ya di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ti carî êrîşî ti aliyan nekiriye û ev hêz tenê ji bo parastina ewlehiya welatiyên herêmê hatiye avakirin. Armanca sereke ya çavbirçîbûna dewleta Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên şoreşa Rojava ku welatiyên herêmê bi dest xwe ve anîne têk bibe.

Ji ber berjewendiyên hevbeş bêdengî li hemberî destdirêjiya Tirkiyeyê berdewam e

Şemalî behsa berjewendiyên hevbeş ên di navbera dewleta dagirker a Tirkiyeyê û hin aliyên din de kir û got ku evan berjewendiyên hevbeş bûn sedema bêdengiya civaka navnetewî li hemberî destdirêjiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî welatiyên Efrînê û wiha domand: “Êrîşên li dijî Efrînê di encama lihevkirina gelek aliyan de pêk tên û hewl didin çavbirçîbûna xwe li herêmê pêk bînin. Rûsya bi Tirkiyeyê re lihev kir da ku ji xeta gazê ya di Tirkiyeyê re derbas dibe sûd werbigire û Tirkiye jî komên çete ji Idlibê derbixîne.”

Şemalî da zanîn ku yek ji armancên din ew e ku dewleta Tirk hewl bide îradeya Hêzên Sûriya Demokratîk lawaz bike da ku bêtir ji Rûsyayê ve nêzîk bibe û ji aliyekî din ve zextê li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike da ku xwe bispêre Rûsyayê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber van sedeman Rûsya rê ji Tirkiyeyê re vekir da ku êrîşên xwe li dijî herêma Efrînê pêk bîne. Bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê jî vedigere van berjewendiyên hevbeş.”

‘Berxwedana Serdemê di cîhanê de deng veda’

Temûz Şemalî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li hemberî hemû van pilanên navnetewî şervanên YPG’ê û YPJ’ê ev mehek e bi berxwedana xwe bandoreke mezin di asta navnetewî de pêk aniye û wiha pêde çû: “Dewleta dagirker a Tirkiyeyê digot ku dê di çend saetan de derbasî herêmê bibe, lê rastî berxwedaneke leheng hat bêyî ku ti pêşketinekê li ser erdê pêk bîne. Buyerên li ser erdê pêk hatine çavbirçîbûna dagirkeran eşkere dike. Ev berxwedana herêmê dê guhertinekê di qada navnetewî û herêmî de bi xwe re bîne. Efrînê dê berxwedana xwe ya leşkerî, siyasî û civakî berdewam bike.”

Dewleta Tirk asta berxwedana welatiyên Efrînê baş nas dike

Şemalî behsa daxuyaniyeke dewleta Tirk kir ku eger berxwedana welatiyên herêma Efrînê bi salan berdewam bike ew jî dê êrîşên xwe li dijî herêmê berdewam bike û wiha anî ziman: “Ev daxuyaniya dewleta dagirker a Tirkiyeyê tê wateya ku Tirkiyeyê asta berxwedana welatiyên herêma Efrînê baş nas kiriye û dê li hemberî hemû teknolojiya leşkerî heta dawî li ber xwe bidin.”

Dîsa hêviyên Tirkiyeyê şikestin

Şemalî da zanîn ku evan êrîşên li dijî herêma Efrînê berdewama komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikaribû armancên xwe pêk bîne û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike. Niha jî di êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de rûreş derket.”

Berxwedana serdemê hevgirtina Kurdan xurttir kir

Şemalî got ku ev cara yekemîn e gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe radigihîne û alîkarî û piştgiriya welatiyên herêma Efrînê bi hemû rêbazan dikin. Hatina şandeyan a Efrînê piştrast dike ku gelê Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hevgirtina xwe xurttir dike.

Endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Temûz Şemalî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana Efrînê yekîtiya Kurdan pêk anî. Komployên li dijî gelê Kurd tên meşandin, hişt ku civaka navnetewî nas bike ku ti carî berxwedana Efrînê nayê şikandin. Berxwedana Efrînê dê helwestên civaka navnetewî diyar bike. Berxwedana li Efrînê tê meşandin berdewama serkeftina berxwedana Kobanê ye.”