حركة المجتمع الديمقراطي

Parlamenterê YNK’ê: Daxuyaniya ENKS’ê ziyanê bi yekîtiya kurdan dike

553

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê Yekîtî Niştamanê Kurdistan (YNK) Zana Ebdurrehman bertek nîşanî daxuyaniya ENKS’ê ya derbarê ku dibejin Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ne rewa ye û ew encamên hilbijartinan esas nagirin de da û got ku, daxuyaniya ENKS’ê ziyanê bi yekîtiya kurdan dike.

Ji bo ku hilbijartinên meclîsên rêveberiyên herêmî yên ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê di 1’ê qanunê de pêk hatin bi şopîne derbasî Bakurê Sûriyeyê bibû, li ser daxuyaniya ENKS axivî û got ku, ev daxuyanî bi ti şêwazî nayê qebulkirin. Ebdurrehaman got divê hemû partiyên Kurd nakokiyên xwe bi riyên danûstandinê çareser bikin.

Ebdurrahman di nirxandinê xwe de wiha domand: “Rojava axa me ye. Ji xwe me wek parlementoya Başurê Kurdistan piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kiribû” û wiha direjî da axaftina xwe: “Divê ENKS nirxandinên ne rast û ne di cih de neke. Kes ji me re nabêje neyên Rojava. Ger ku pirsgirêk di navbera me de hebe jî divê em bi gotûbêjan çareser bikin. Ji ber wê tişta ku ENKS’ê kir ne rast bû”.

Divê pirsgirêk bi danûstandinan bên çareserkirin

Parlamenterê YNK Ebdurrehman di axaftinên xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên ENKS’ê ya derbarê nêzîkatiya wan ji çareserkirina pirsgirekan re û got ew nêzîkatiyên ENKS cihê ku pirsgirêka çareser bike bêhtir dixitimîne.

Ebdurrehman wiha di axaftina xwe de anî ziman: “Ger ku di navbera partiyên Kurd de pirsgirêk hebin, divê ev bi danûstandinan bên çareserkirin. Ev çareserî divê li rojava di navbera hêzên siyasî de yan dibe li parlamena Başurê Kurdistan bên çareserkirin. Ji ber wê ez hêvîdar im ku ew daxuyaniya ku ji aliyê ENKS’ê ve hatiye dayîn ne ya giştî, ya şexsî be”.

‘Yekîtiya netewî şert e

Ebdurrehman got ku ew di xwazin ku hemû gelên Bakurê Sûriyeyê beşdarî hilbijartinan bibin, lê li beramberî vê daxuyaniya ENKS’ê wê neyê qebulkirin û wê tekez ziyanê bi Yekîtiya netewî bike.

Zana Ebdurrehman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi her awayî ji bo Yekîtiya Netewî tekoşîn dikin. Dibe ku hindek aliyên Kurdî rexneyên xwe li hevudu hebin. Ev tiştek pir asayî ye. Em wek parlamenter daxuyaniyê ku ziyanê didin Yekîtiya Netewî qebul nakin”.