حركة المجتمع الديمقراطي

Rizgarkirina rojhilatê Helebê ji her şervanekî re wateyek e

558
Şervanên ku cihê xwe di rizgarkirina taxên rojhilat ên Helebê de girtibûn diyar kirin ku, rizgarkirina rojhilatê Helebê ji bo wan xwedî wateyekî girîng e û gotin ku ew amade ne hemû gelên bindest rizgar bikin.

Bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê, şervanên YPJ û YPG‘ê yên ku beşdarî pêngava rizgarkirina van taxan bibûn ji  ajansa me re axivîn.

ZEKERIYA CEMILI

Şervanên bi navê Zekeriya El-Cemîlî yê ji pêkhateyê Ereb got “Wekî şervanên YPG û YPJ‘ê yên li bajarê Helebê, em qebûl nakin ku em di bin zulam çete û terorîstan de jiyan bin. Li ser banga bi dehhezaran şêniyên taxên rojhilat ên bajarê Helebê me hemleya rizgarkirina da destpêkirin da ku bi azadî jiyan bike.”

Zekeriya di nava axaftina xwe balkişand ser pêşvçûnên pêngavên rizgarkirinê û wiha destnîşan kir “Pêngava rizgarkirina taxên rojhilat, zehmet bû, ji ber çeteyan li her deverê mayîn danî bûn û hemû cûreyên çetekên giran bi kar di anî da ku pêşveçûnên hemleya me asteng bike. Lê me bi rihê israra rizgarkirina gelên bidest li ber xwe da. Herî dawî hemle bi serkeftî bi encamû û 8 tax hatin rizgarkirin. Ev serkeftin dîrokî ye û wê her di bîra me be.”

VIYAN HELEB

Şervana YPJ‘ê Viyan Heleb ji aliyê xwe ve gelek wate da rizgarkirina taxên rojhilat û ev tişt anî ziman “Salek li ser rizgarkirina taxên rojhilat re derbas bû, rizgarkirina van taxan di dilê her şervanekî de wateyên xwe hene, ji ber ku hemley bi armanca rizgarkirina gel ji dojehê û rihê rakirina tola şehîdan ku ji berdelên giranbuha dane, pêk hat. Hemleya me bi serkeftinan tijî bû, me hêza xwe ji baweriya gel digirt.”

AZAD HELEB

Şervanê YPG‘ê Azad Heleb armancên wan yên hemleya rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê wiha par ve kir “Komên çete ji taxên rojhilatê Helebê êrîşî rojane bi çekên giran, fuzan û cereyên xazê taxa Şêxmeqûs dikirin û komkujî pêk di anîn, me hemû êrîşên wan şikandin komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûd şikandin. Ji ber vê yekê em dest bi hemleya rizgarkirina taxên rojhilat kir û welatî ji terorê rizgar kirin. Armancên me yên sereke rizgarkirina gelên Sûriyê ye û peydakirina ewlehî û armiyê ye.”

Azad di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo rizgarkirina van taxan berdelên giran hatin dayîn û got “Me berxwedaneke mezin kir, bi kedeke mezin a şervanan 8 taxa hatin rizgarkirin. Îro salvegera yekemîn a rizgarkirina van taxan e, em bi vê rojê serbilind in, ji ber ku ev roj ji bo me û tevahî şêniyên bajarê Helebê ne rojeke normal e, ev roj piştî destaneke lehengî pêk hat.”

ROJDA AZAD

Şervana YPJ‘ê Rojda Azad, salvegera rizgarkirina taxên rojhilat li şehîdan pîroz kir û soza da hemû pêkhateyên herêmê ku ew li gel wan bin û got “Em gelê xwe bi tena nahêlin. Em ji bo belavkirina aştî û şerê terorê li vir. Em ê heya dawî ji bo azadiya gelan û avakirina welatekî demokratîk û azad li ber xwe bibin.”

HLB-NERININ-YPG-YPJ-JI-BO-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEBE (3) HLB-NERININ-YPG-YPJ-JI-BO-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEBE (2)