حركة المجتمع الديمقراطي

QSD`ê jineke Suryanî rizgar kir

738
QAMIŞLO – Şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, jineke Suryanî ku bi eslê xwe ji Mûsilê ya Iraqê ye, ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Şervanên QSD`ê jina bi navê Rîta Hebîb (30 salî) ku ji gundê El-Hemedaniyê yê girêdayî bajarê Mûsilê ye, beriya niha bi 15 rojan li gundê Şiêta yê bejahiya  Dêrazorê ji nava pencên çeteyan rizgar kir.

Çeteyên DAIŞ`ê beriya niha bi 4 salan dema êrîşe Mûsilê kirin, Rîta Hebîb revandin.

QSD`ê piştî ku Rîta rizgar kir, ew radestî Desteya Jinê ya kantona Cizîrê kir û desteyê wê bi rêya xwe Rîta radestî malbata wê bike.

Siba wê ajansa me serpêhatiya Rîta Hebîb ji roja ku hatiye revandin ta roja rizgarkirinê, biweşîne.