Şervanên QSD`ê jina bi navê Rîta Hebîb (30 salî) ku ji gundê El-Hemedaniyê yê girêdayî bajarê Mûsilê ye, beriya niha bi 15 rojan li gundê Şiêta yê bejahiya Dêrazorê ji nava pencên çeteyan rizgar kir.
Çeteyên DAIŞ`ê beriya niha bi 4 salan dema êrîşe Mûsilê kirin, Rîta Hebîb revandin.
QSD`ê piştî ku Rîta rizgar kir, ew radestî Desteya Jinê ya kantona Cizîrê kir û desteyê wê bi rêya xwe Rîta radestî malbata wê bike.
Siba wê ajansa me serpêhatiya Rîta Hebîb ji roja ku hatiye revandin ta roja rizgarkirinê, biweşîne.