حركة المجتمع الديمقراطي

‘Em ê ji bo rêbertiya xwe her tiştî bikin’

691

Girêdayî mijarê nûçegihanê ajansa me “ANHA” nerînên çend ji jinên Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê girt.

ZEKIYA SEYDOZIKIA SEDO

Bi saya ramyan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê herêmê ber bi ewlehî û azadiyê ve meşiyaye. Ji ber vê yekê em tu carî ji bîr nakin ku Rêberê Apo hertim parastina mafê jinan kiriye û mafên wan bidest xistiye.

Hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi saya Ocalan mafên xwe bidest xistin û hatin parastin.

EMEL HOROEMAL HURO

Bi saya serokatiya me, jinan di xendekan de şer kirin û di hemû aliyên jiyanê de berxwedaniyeke dîrokî nivîsandin. Dewleta Tirk dixwaze hemû destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibe û vîna gelan bişkîne.

Em weke jinên Şêxmeqsûd tecrîda li ser rêberê gelê kurd şermezar dikin û dixwazin ku rewşa tenduristiya wî were diyarkirin. Serbra me nemaye û em ê ji bo rêbertiya xwe her tiştî bikin.

DUNYA OSMANDUNIA OSMAN

Em ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya rêber Apo bidomînin. Em ji dewleta faşist a Tirk re dibêjin ku em bi fikr û felsefa rêberê xwe bawer in û em soz didin ku em ê tekoşîna xwe ji bo azadiya rêberê xwe, xurt bikin.