حركة المجتمع الديمقراطي

Nesrîn Ebdullah: Piştî DAIŞ’ê divê serdema diyalogan dest pê bike  

692

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah derbarê geşedanên dawî yên li Bakûrê Sûriye, Rojava, Îdlîb û êrîşên li hemberî Herêma Efrînê de daxuyaniyek da.

Nesrîn Ebdullah got ku hewldanên pêşerojeke nû ya bêyî Kurdan wê ji rewşa heyî baştir nebe, her wiha tekane riya qedandina aloziya li herêmê tenê pêşxistina serdemek nû ya diyalogan e.

Berdevka YPJ’ê li ser mijara bidawbûna DAIŞ’ê û girîngiya destpêkirina serdemek nû ya diyalogan de ev tişt got: “Piştî ku DAIŞ bi temamî xelas bibe, tu hinceteke hêzên navneteweyî ku di Sûriyeye de bimînin namîne. Eger ku naxwazin li derveyî lîstokê bimînin, divê rola dikeve ser milên wan ya ji bo pêşxistina pêvajoyeke nû ya diyalogê, pêk bînin.”

Nesrîn Ebdullah di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk yên li ser Efrînê û wiha dewam kir: “Hebûna Tirkiye li Îdlîbê ne rewa ye û tenê yek armancek xwe heye; dorpêçkirina Efrînê ye. Li gorî Peymana Asîtana ya ku bi armanca kêmkirina aloziyan li hinek herêman hatibû lidarxistin, divê ku artêş bi xwe nekevin van deveran. Divê tenê hêzên biçûk yên ewlekariyê werin bicihkirin. Dewleta Tirk ev yek jî binpê kir û niha hêzên xwe di Îdlîbê de bicih kiriye.”

Ebdullah anî ziman ku YPG û YPJ’ê hêzên xweparastina civakê ne û got: “Eger Tirkiye û çeteyên wê, êrîşên xwe li ser Efrînê bidomînin, di vir de berpirsiyar Rûsya û Amerîka ye. Em ê wan jî berpirsiyar bigirin.”