Ji ber şer û koçberiya li herêmê gelek jin rewşa wan a pîskolojîk û tendurûstî tevlî hev bûye.
Li ser vî esasî Destya Jin a Kantona Cizîrê dest bi amadekariyên vekirina nevendeke tenduristiyê ya jin kir.
Desteya Jin piştî gerekê li bajarê Qamişlo û navçeyên wê, rewşa gelek jinan şopand û li pisgirêkên wan guhdar kir.
Hate diyarkirin ku gelek jin di aliyê pîskolojîk de pisgirêkan jiyan dikin û pêwstiya wan bi lênerînê heye.
Deste bi vê yekê dixwaze atmosfereke tendurist ji jinan re ava bike. Ev navend wê jinên ku cihê xwe yê neştecîbûnê tune be, hembêz bike û wan ji pirsgirêkên civakî û psîkolojîk xelas bike.
Navenda ku tê payîn were vekirin, ji du avahiyeke du qat pêk tê. Li her qatekî avahiyê 5 ode hene û hemû ode bi alav û pêdiviyên pêwîst hatiye amadekirin.
Di vê navendê de bernameyeke ji bo jinên ku temenê wan zêdeyî 18 saliyê ye hatiye hazirkirin. Ev bername ji aliyê kesên pispor, civaknas û psîkolok dê were birêvebirin.
Li gorî pîlansaziya Desteya Jin, di 23’yê mijdara 2017’an de wê li gundê Til Marûf ê girêdayî bajarê Qamişloyê navend bê vekirin.
(bx/he)
ANHA