حركة المجتمع الديمقراطي

236 kes tevlî Cebhet El-Ekrad bûn

671

ŞEHBA – 236 kesên ji herêmên Şehbayê ku perwerdeya leşkerî bi dawî kirin beşdarî nava refên Focê Lîwaa Cebhet El-Ekrad bûn.SEHBA-DAWIKIRINA-FOCE-YEKEMIN-YA-ENIYA-ELKIRAD (1)

Akademiya Şehîd Elaa Cibo di 5’ê cotmeha 2017’an de yekemîn dewreya leşkerî ya Focê Lîwaa Cebhet El-Ekrad dest pê kir. Dewreya ku 45 rojan bêyî navbera dirêj kir, tê de waneyên ramyarî, tektîkên şer û bikaranîna çekên giran hate dayîn.

Ji bo bidawîkirina dewreyê merasîmeke leşkerî pêk hat û Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên Hevbeş Hacî Ehmed, fermandarê Lîwaa El-Şemal El-Dîmoqratî, Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jin a Şehbayê û malbata Şehîd Rustum Ekrad amade bûn.SOSIN BIRIHAT

Di destpêkê de, toreneke leşkerî hate pêşkêşkirin. Piştre ji fermandarên Eniya Parastina Jin a Şehba Sosin Bîrhat axaftinek kir û got: “Perwerdeya siyasî û leşkerî tecrûbeyeke baş da ku hûn bikaribin rola xwe ya dîrokî bilîzin û layîqî xwîna şehîdên gelê xwe bin. Bi avakirina vê focê ku ji hemû pêkhateyan pêk tê, em yekrêziya xwe biparêzin û bibin eniyek.”

Sosin bal kişand ser pêvajoya herêmê ku di gelek pêşketinên siyasî û leşkerî re derbas dibe û got: “Dijminên me pir dibin û bi taybet dewleta Tirk dijberiyeke mezin dike. Divê ew bizanibin ku em niha ji berê xurtir in û wê hemû hewldanên wan têk biçin.

Paşê Sosin Bîrhat silav da hemû şervanên nû ku perwerdeya xwe xelas kirine. Piştî vê yekê şervanan sond xwarin.