حركة المجتمع الديمقراطي

‘Qanûna medenî ya Îraqê eşkere destdirêjiyê li jinan dike’

651

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Nivîskar û helbestvana Sûriyeyê Rola Hesen diyar kir ku guhertina qanûna medenî li Îraqê “binpêkirineke nû û eşkere li dijî mafên jinan e” û bi vê yekê jin bêtir li hemberî destdirêjiyên qanûnan rû bi rû dimînin.

Di çarçoveya helwestên li dijî biryara Parlemana Îraqê ya guhertina qanûna medenî de ku beriya çend rojan li Îraqê derketiye, Nivîskar û helbestvana Sûriyeyê Rola Hesen di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re diyar kir ku erêkirina guhertinên neyînî di qanûna medenî ya Îraqê de destdirêjiyeke eşkere li hemberî mafên jinan e û bi vê yekê jin li hemberî destdirêjiyên qanûnî rû bi rû dimîne.

Rola Hesen diyar kir ku ev qanûn binpêkirina mafên jinan diçespîne û wekheviya di navbera jin û mêran de nas nake û di encamê de ev qanûn “derbeyeke li dijî bingeha civaka Îraqê ye”.

Girêdayî benda qanûnê ya ku dibêje “Girêdestên zewacê yên girêdayî herdu mezhebên (Şîayî û Sunnî) her yek li gorî mezheba xwe pêkan e, ji aliyê zaniyarên van mezheban ve evan girêdest tên erêkirin, piştî ku mercên girêdestê bêne piştrastkirin û ti astengî li pêşiya herdu hevseran tune bin, her wiha piştî ku girêdest ji dadgeha karûbarên sivîl ve di demek herî zêde 60 rojan ji dema îmzekirina girêdestê ve were erêkirin.” Rola Hesen got ku ev bend destdirêjiyeke rasteqîn li hemberî mafê jinan e û têde jin biçûk tê dîtin û hebûna wê û rola wê di civakê û avakirina civakê de tê paşguhkirin.

Rola Hesen di berdewama axaftina xwe de got ku hebûna jinên bindest dê nifşekî astengdar ava bike ku pêşketina bike û wiha domand: “Tenê jinên azad dikarin civakan ava bikin.”

Nivîskar û helbestvana Sûriyeyê Rola Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku erêkirina vê qanûnê destdirêjiyeke eşkere li dijî mafên jinan e û wiha bi dawî kir: “rast e ku erêkirina vê qanûnê destirêjiyeke li dijî jinan ne lê belê bi awayekî qanûnî ye. Ango destdirêjiyeke ku qanûn diparêze. Ev yek tê wateya ku derbeyeke li dijî civakê ye. Li hemberî vê yekê divê jin hevgiritina xwe xurt bikin, hemaze hemû rêxistinên jinan ên Îraqê û Erebî û cîhanî asta xebatên xwe bilind bikin û li dijî qanûnên bi vî rengî derbikevin.