حركة المجتمع الديمقراطي

‘Fedraliya Demokratîk serkeftina xeta sêyemîn nîşan dike’

687

AZAD SEFO-HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Meclîsa TEV-DEM’ê ya herêma Cizîrê û Hevseroka  TEV-DEM’ê ya herêma Tirbespiyê Hediya Şemo diyar kir ku gelê Bakurê Sûriyê ji qonaxa nû re amadeiye û wiha got: “Di aloziya Sûriyê de xeta sêyemîn ku ji destpêka şoreşa Sûriyê erênî gav davêtin, biser ket.

Bi nêzîkbûna qonaxa duyemîn a hilbijartinên Fedraliya Bakurê Sûriyê û piştî serkeftina di qonaxa yekem a hilbijartinan de bi dawî bû, îdayên hin derdoran û hewldanên wan ên li dijî Fedraliya Bakurê Sûriyê têk çûn. Qonaxa yekem a hilbijartinan bi hilbijartina Hevserokên Komînan biser ket û niha jî xebatên qonaxa duyemîn a hilbijartinan serkeftî didome.

Endama Mecîsa TEV-DEM’ê ya herêma Cizîrê Hediya Şemo derbarê amadekariyên hilbijartinan rêveberiyên herêmî axivî û got ku qonaxa yekem a hilbijartinan ernî derbas bûn û ev tişt anî ziman: “Ev hilbijartin di encama tekoşîna rast a xeta sêyemîn a li Rojava-Bakurê Sûriyê pêk hat.  Ji destpêka aloziya Sûriyê li Rojava-Bakurê Sûriyê xeta sêyemîn hate meşandin û bingehên serkeftinan bidest xist. Hemû pêkhateyên herêmê dûrî berjewendiyên rêjîmê û opozisyonê bidestxistin.”

Hediya Şemo, da zanîn ku di destpêka xebatan de û piştî herêm ji rêjîma Baas hate rizgarkirin meclîsa Gel a Rojava hate avakirin û wiha dom kir: “Di destpêka şoreşê der hêzên YPG/YPJ’ê herêmên Rojava ji rêjîma Sûriyê rizgar kirin. Ev bû bingeha avakirina sîstema fedraliya Bakurê Sûriyê. Me jî rola xwe pêk anî û valatiya heyî di aliyê rêxistnî de dagirt. Li ser vî esasê avakirina meclîsa gel wekî gava destpêkê ya rêxistinkirinê li gorî derfetên heyî pêk hat.”

Heydiya Şemo, di berdewama axaftinan xwe de bibîr xist ku meclîs hatin avakirin û hevserokên wan meclîsan hatin hilbijartinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku gelek alî li dijî vê yekê derdiketin û digotin hîn rêjîmê heye, lê me bi îradeya xwe ya xurt ji destpêka şoreş ve soz da ku em xeta azadî ûneteweya demokratîk bidomînin. Me soza xwe heta roja pêk anî û va îro em diçin fedraliyê.”

‘Sîstema Komînan gavek bû’

Hevseroka Melcîsa Civaka Demokratîk a herêma Tirbespiyê Hediya Şemo bibîr xist ku 2 sal piştî avakirina meclîsan qonaxa avakirina komînan destpê kir û wiha dom ki: “Ev sîstem yekem car li herêmê dikeve piratîkê. Ji ber vê yekê destpêkê rastî gelek zehmetiyan het. Ji ber gelê me komîn tenê di aliyê xizmetguzarî de digtin dest kêmasî gelek derketin.  Lê di encama dewreyên perwerdeyê ku di akademiyan de hatin lidarxistin, ev nerîn hate guhertin. Qonaxa duyemîn jî komîn ji nû ve hate sererastkirin.”

Hediya Şemo her wiha di berdewama axaftina xwe de got ku di qonaxa duyemîn a avakirina komînan de gelek civîn ji gelê herêmê re hate lidarxistin da ku baş girîngiya komînan bizanin û wiha dom kir: “vê carê ji hate gotin ku komîn ne rêxistineke siyasîye, an li ser esasê mezhebû û netewî ye, lê belê bingeha xwe dispêre civakbûyînê. Li ser esasê xurtikirina biratiya gelan û jiyana hevbeş têkiliyan di nava civakê de pêşdixin. Di vê çarçoveyê de komîte jinû ve hatin aktîfkirin. Serkeftinên li Bakurê Sûriyê bi saya berxwedan û tekoşîna hemû pêkhateyan hatiye bidestxistin.”

Komîn bingeha Fedraliya Demokratîk e

Derbarê qonaxa nû ya Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de jî Hediya Şemo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro jî em ber bi qonaxa duyemîn a hilbijartinan ve diçin.Hilbijartinên komînan serkeftî pêk hatin, komîn xala jêr û bingehîn a rêxistinkirina civakê ye. Yanî sîstema komînan bingeha Fedraliya  Demokratîk saz dike.  Piştî serekftinên di hilbijartinên Komînan pêk hat, bingeha sîstema fedraliya demokratîk êdî hatiye sazkirin. Niha jî em berê xwe didin qonaxa duyemîn a hilbijartinan rêveberiyên herêmî ye. Bi sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyê yekîtiya xaka Sûriyê tê parastin. Berûvajî îdayên dibêjin ev sîstem ji bo parçebûna Sûriyê ye. Sîstema Fedraliyê ne tenê ya kurdan e, lê belê mafê hemû beşê civakê di riya vê sîstemê re misoger dibe.”

Hevseroka Melcîsa Civaka Demokratîk a herêma Tirbespiyê Hediya Şemo di dawiya axaftina xwe de jî berxwedan jinan a li Bakuê Sûriyê bibîr xist û wiha got: “Jinan li Bakruê Sûriyê roleke mezin girtin. Jin di hemû qadan de cih girtin û bi sîstema Hevserokatiyê bengên li ser jinan hatibûn danîn hatin şikandin.”