حركة المجتمع الديمقراطي

Reqa ji bermahiyên şer tê paqijkirin

674

REQA – Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên paqijkirina Taxa El-Meşleb ji bermahiyên şer, dewam dike.

Piştî ku taxên din ên bajêr wekî Rimêla, El-Muxtelîtê, Siket El-Qîtar, El-Romaniyê, Mefreq El-Cezra û Sebahiyê ji mayînan baş werin paqijkirin, dê li wir jî xebatên rakirina bermahiyên şer û paqijkirinê destpê bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdullah El-Eryan girêdayî mijarê ev tişt got: “Li taxa Meşleb gelek bermahî kom bûye.

Li taxê hetanî niha bi riya depoyan, av dihate belavkirin. El-Eryan diyar kir ku sibe wê ji bo taxê avê berdin. Av wê rojane ji 5 hetanî 6 saetan were berdan.