حركة المجتمع الديمقراطي

KJK biryara zewicandina di temenê biçûk de şermezar kir

659

NAVENDA NÛÇEYAN– KJK‘ê got “Pêşniyarqanûna Parlamentoya Îraqê ya derbarê zewicandina zarokan tehluk û sûcekî mezin li dijî zarokan e.” KJK‘ê piştgiriya xwe bi hemû çalakiyên jinan ên li hember vê biryarê têne organîzekirin, nîşan da.

Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî pêşniyarqanûna Parlamentoya Îraqê ya derbarê rawakirina zewaca di temenê biçûk de daxuyaniyeke nivîskî da raya gistî.

Daxuyanî KJK‘ê wiha ye.

“Em wekî KJK‘ê ji lutkeya çiyayên Kurdistanê û li gorî şert û mecan geşedanên dawî yên li Îraqê rû didin, ji nêz ve dişopînin. Parlamentoya Iraqê di destpêka  vê mehê de pêşniyarqanûnek derbarê pêkanîna hinek guhertinên girîng di qanûnên medenî de amade kirin  û di nav de zewaca di temenê biçûk de rewa dike. Mijara zewaca di temenê biçûk de beriya ku li dadgehê vegere, xwe dispêre zihniyeta olperestî. Em  vê biryara derheqê jin bi giştî û zarokan bi taybetî şermezar dikin.

Em vê pêşniyarqanûnê wekî tehlukeyeke mezin û sûcekê li dijî jin û zarokan dibînin. Zihniyetên ku di pêkanîna vê biryarê de bi israr e xwe disperse zihniyeteke baviksalarî û destihlardar e. Armanc jê ew e ku hişmendiya faşîzm xwe li ser jinê bi hêz bike, her wiha welatî hezar sal paş de vegerîne û rê li pêşiya serdema azadkirina jin bigire.

Sedsala 21‘an ji bo me sedsala azadiya jinê ye û destpêka serdema dîrokî ya serkeftina şoreşa jin li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye. Bi pêşengiya jina kurd a ku têkoşîna xwe dispêrs mîraseya têkoşîneke demdirêj a jinan em banga çareseriya radîkal ji bo hemû pirsgirêkên herêmî yên siyasî, civakî, çandî û qanûnî yên ku di encama zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar derketine pêş, dikin. Ji ber ku bingeha çareseriya hemû pirsgirêkên civakî ji azadiya jin destpê dike. Pêkanîna polîtîkeya demokratîk bi xwe re aştî û ewlehiyê tîne.

Pêwîte parlamentoya Îraq destkeftiyên jinên Îraqê bi giştî û bi taybetî jinên Şenalê di avakirina Îraqeke nû de ber çavan derbas bibe. Piştî Jinên Şengalê ji DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin, ew rastiya cesareka jin a li hember DAIŞ‘ê derkete holê, rexmî hemû êş û azaran ji serê wan de hat, jinan dikarîbûn, bê westandin û bi zendên xwe jiyan û civaka xwe ji nû ve saz bikin. Lê ev pêşniyarqanûna derketiye, xeteriyeke mezin e. Em ji bîr nekin ku DAIŞ‘ê li Sûriya û Îraqê derbeyên giran xwarine û ber bi dawîbûnê ve dice. Biryarên vê rengê tê wateya destekdayîna zihniyeta DAIŞ‘ê ye.

Em wekî KJK‘ê destekê didin hemû çalakiyên jinan û rêxistinên civakî yên sivl ên ku li hember vê biryara parlamentoya Iraqê nerazîbûn nîşan didin û keda wan silav dikin. Em bang li jinên Iraqê dikin ku di her qadan de rêxistina xwe xurt bikin û bi îradeya xwe  ya azad ên ji zihniyat zilam dûr, têkildarî jinan bi xwe biryara bigirin. Her wiha em bang li hemû rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê  dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana jinên Iraqê yên li hember biryarên bi vê rengî. Wekî din jî em bang li Parlamentoya Îraqê dikin vê ji biryarê vegere ji ber ku ev biryar zihniyeta DAIŞ‘ê ya nû ava dike.”