حركة المجتمع الديمقراطي

Tabloyên şêwekariya jinan di pêşangeha ‘Nalînek ji dûr ve hat’ de

681

NARÎN EMÎN – ARAS YÛSIF

EFRÎN – Di tabloyên şêwekariyê de yên di pêşangeha şêwekariyê ya Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê de hatine pêşandan taybetmendiyeke jinan wergirtibû. Di van tabloyan de rola jinên kedkar, rizgarkirina jinan ji qeydan û hevrûkirina jinên rojhilatî û rojavayî tên şîrovekirin.EFRIN-WENE-XEZ ‫(183960065)‬ ‫‬

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê ya herêma Efrînê duh pêşangeheke şêwekariyê bi navê “Nalînek ji dûr ve hat” vekir.

Di pêşangehê de tabloyên cûda yên girêdayî kevneşopî û çanda Efrînê û taybetmendiyên jinan ku girêdayî ax û birêvebirina wê ji civakê re hatin pêşandan. Di vê çarçoveyê de hin tabloyên jinên kedkar ku di berbangê de bi alavên xwe yên çandiniyê berê xwe dide zeviyan, li rex wê tabloyên rizgarbûna jinan ji qeydan û tabloyên dilsoziya dayîkan bi zarokên xwe re hatine pêşandan.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) serdana pêşangehê kir û hin wêne ji van tabloyan re girtin.

biharin ebd mecid

Beşdara pêşangehê û çêkera tabloya jina ku bi alavên xwe yên çandiniyê ji nava zeviyên çandiniyê vedigere, Buharîn Ebdilmecîd di hevdîtinekê bi ANHA’yê re wiha got: “Di xêzkirina tabloyê de min xwest ez taybetmendiya jinên kedkar ên Efrînê ku bi axa û darên zeytûnê ve girêdayî ye bidim nîşandan. Nemaze jinên kedkar ên Efrînê ji karên çandiniyê tên nasîn.”

Di derbarê tabloyeke din a şêwekar Buharîn de ku têde jinek destên xwe rakirine û nîşan dide ku ew ji qeyd û zincîran rizgar bûye axaftina xwe wiha domand: “Jin bi giştî û bi taybet jinên Kurdan ji ber sîstema baviksalariyê ve bi hezar salan rastî tundî û îşkenceyê hatiye, nemaze ji ber edetên civakî yên paşverûtî, di naveroka tabloyê de min xwest ku ez vîna azad a jinan bidim nîşandan ku li hemberî vê sîstemê li ber xwe dide û karibû di hemû aliyên jiyanê de hebûna xwe ferz bike. Rengê sor di tabloyê de nîşan dide ku ew rengê xwîna jinên fedekar e ku rastî kuştinê hatine, xaniyên biçûk jî yên di tabloyê de nîşana paşperdeya rastiya jiyana jinan dide nîşandan.”

Li rex van tabloyan hin tabloyên din hene û yek ji wan jineke bi cilên modern rûniştiye û zarokê xwe hembêz kiriye, di derbarê vê tabloyê de jî Buharîn wiha tabloya xwe şîrove kir: “Ev tablo jî hezkirina dayîkan ji zarokên xwe re nîşan dide û ji aliyekî din ve hevrûkirina di navbera jinên rojhilatî û rojavayî de ye.”

zilan sileman

Di pêşangehê de her wiha tabloyeke bi rûyên du jinan ku bi zincîran hatine qeydkirin û çivîk di ser serê wan re divirin, şêwekar û çêkera tabloyê Zîlan Silêman tabloya xwe wiha şîrove kir: “Min xwe bi riya vê tabloyê rizgariya jinan ji qeyd û zincîran bidim nîşandan ku di dema borî de bi qeydên baviksalariyê hatibû dîlgirtin û bi saya têkoşîna jinan êdî di hemû aliyên jiyanê de bi rola xwe ya sereke radibe û ji sîstema baviksalariyê hatiye rizgarkirin.”