حركة المجتمع الديمقراطي

Referanduma Başûrê destpê kir, Tirkiyê û Îranê deriyên sînor girtin

754

NAVENDA NÛÇEYAN– Li Başûrê  Kurdistanê  referanduma saet di 08.00ʹan de li gorî dema herêmê dest pê kir.

Li herêma Başûrê Kurdistanê îro saet di 08.00ʹan li gorî dema herêmê referanduma derbarê serxwebûnê destpê kir. Li gorî rayedarên herêmê dê referendum saet di 18.00ʹan de bi dawî bû.

Dengdêr wê dengên xwe yên ‘Erê’ yan jî ‘Na’ ji bo vê pirsê bi kar bînin, ‘Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibin dewleteke serbixwe?”

Li Herêma Kurdistanê 7 hezar û li herêmên bi nakok 5 hezar, bi giştî wê li 12 hezar navendên dengdayînê werin vekirin.

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê wê li herêmên bi nakok û Herêma Kurdistanê bi giştî 5 milyon û 200 hezar kes xwedî mafê dengdayînê bin.

Wê li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebçe, Kerkûkê û  navçeyên weke  Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şengal, Mexmûr, Tilkêf, Hemdaniyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê refurandum were lidarxistin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê têkildarî refurandumê gef li herêma Kurdistanê xwar û gotin ku ewê li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê tedbîrên pêwîst pêk bînin û dane zanîn ku “serxwebûn ewlekariya netewî ya Tirkiyê tehdîd dike.” Tirkiyê her wiha di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew encama referandumê betale û ev tişt anî ziman: ʺHikûmeta Başûrê Kurdistanê aştî û aramiya Îraq û tevahiya herêmê binpê dike.ʺ

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke din ji hemwelatiyên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê û bi taybet ên li parêzgehên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê dimînin xwest ku vegerin Tirkiyê.

Tiriyê deriyê Xabûr girt

Dewleta Tirk îro di saetên sibê de Deriyê Sînor ê Xabûrê bi awayekî yekalî girt. Di Deriyê sînor de tenê destûr didin wesayîtên ji Bexdayê tên.

Îran ê jî deriyê Perwêzxan girt

Berpirsê Ragihandina Deriyê Sînor ê Perwêzxan ragihand ku Îranê sînorê navneteweyî yê Perwêzxan ku bi herêmên Başûrê Kurdistanê re ye girt.

Girtina deriyê sînor ê Perwêzxan jî îro ket meriyetê de. Di heman demê de Îran qedexekirina qada hewayî ya balafiran a Başûrê Kurdistanê ragîhand.

Berpirsê Ragihandin  û Têkiliyên Deriyê Sînor ê Navneteweyî yê Perwêzxan Aram Sayexan têkildarî mijarê ji Roj News re axivî û got: ʺNiha Îanê deriyê sînorê Perwêzxan li ser welatî û tankerên petrolê yên Herêma Kurdistanê girt.

Em heya niha nizanin ku ev berteka Îranê tenê ji bo îro ye yan jî ji bo demeke dirêj e. Heya niha ne diyar e wê li ser hatin û çûna bazirganiyê jî were girtin yan naʺ.