حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Til Temirê cenazeyê şehîd Serxwebûn oxir kirin

812

TIL TEMIR – Şêniyên herêma Til Temirê cenazeyê şervanê YPG′ê Serxwebûn Til Temir oxir kirin û dayîka şehîd nîşana serkeftinê hilda.TILTEMIR-MERASIME-SEHID-SERXWEBUN-TILTEMIR0

Bi sedan şêniyên herêma Til Temirê beşdarî merasîma oxirkirina şervanê YPG′ê Macih Hisên (Serxwebûn Til Temir) ê ji gundê Esfûriyê ku 17′ê Îlonê di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye bûn.

Merasîma oxirkirinê li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr hat lidarxistin û bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Ezîz Yûsif axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û da zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan, Sûriyeke demoratîk û Federal tê avakirin.

Yûsif got ku ji erkê wan ê exlaqî û niştîmanî ye ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya cangoriyên azadiyê heta serkeftinê da.TILTEMIR-MERASIME-SEHID-SERXWEBUN-TILTEMIR06

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Kûtê jî di kesayeta şehîd Serxwebûn de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: ″Em ji dayîk û bavê şehîd re dibêjin ku em bi kurê we serbilindin û soza şopandina riya wî didin heta ku hêviyên wan pêk werin. Her wiha em soza domandina têkoşînê didin fîlozofê neteweya demokratîk Ocalan″.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û apê wî Newaf Hemada axivî. Hemada sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û spasiya hemû kesên ku beşdarî merasîma oxirkirinê bûn, kir.

Hemada anî ziman ku parastina welat erka her kesî ye û soza domandina têkoşînê heta avakirina Sûriyeke demokratîk û Federal, da.

Di dawiyê de şervanên YPG′ê cenazeyê şehîd hilgirtin ser milên xwe û ber bi goristana Şehîdên Til Temirê ve ketin rê. Li pêşiya wan dayîka şehîd dimeşiya, nîşana serkeftinê hildabû û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ berz dikir.

(mm)

ANHA