حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Daxuyaniya ENKS`ê li hemberî şehîdan îxanete

948
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bersiv da daxuyaniya ENKS`ê û wiha got: ʺDaxuyaniya ENKS`ê li dijî nirxên Şehîd û deskeftiyên gelê kurd li Sûriyê û hemû gelên Bakurê Sûriyê îxanete. ʺ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi riya daxuyaniyeke nivîskî bersiv da daxuyaniya ENKS`ê ya ku li dijî hilbijartinan belavkiribû.

Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de wiha hat gotin: ʺŞoreşa 19`ê Tîrmehê 2012`an li Sûriyê û Rojhilata Navîn di aliyê siyasî de bû xwedî rolekî mezin û bi şoreşê re li herêmê aramî çêbû. Şoreşa Rojava isbatkir ku ew dikare bibe nûnertiya hemû nirxên azad ên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê. Gelê me jî bi hêzên xwe yên leşkerî û di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi ruhê xwe yê niştîmanî û baweriyeke mezin li hemberî terorê şer kir. Di encama şoreşa Rojava de Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê 16/17`ê Adara 2017`an hat îlankirin û hevpeymana civakî ya fedraliyê hat raghandinʺ.

Di berdewamiya daxiyaniyê de hat gotin ku di civîna 3`emîn a Meclîsa Damezrîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê ku di 27/28`ê Tîrmehê de hatî lidarxistin dema hilbijartinên komînan hate diyar kirin û hat gotin ku ʺBerî referendomê Herêma Başûrê Kurdistanê werin îlankirin û dema wê were diyarkirin ji aliyê Meclîsa Damezrîner a Fedarliya Bakurê Sûriyeyê biryar hat girtin ku 22`ê îlonê hilbijartinên komînan çêbibinʺ.

TEV-DEM`ê têkildarî daxuyaniya Encûmena Niştîmanî Kurd li Sûriyê (ENKS) jî wiha got:ʺ Gelên Bakurê Sûriyeyê bi îradeya xwe biryar dane ku tevlî hilbijartinan bibin û li beramberî deskeftiyên şoreşê beşdarbûna hilbijartinan ji bo xwe erkekî dibînin. ENKS`ê jî li hemberî hilbijartinan daxuyanî da û em li beramberî vê yekê matmayî neman. Daxuyaniya ENKS`ê li hemberî nirxên Şehîdan û deskeftiyên gelê Kurd li Sûriyeyê û hemû Gelên Bakurê Sûriyeyê îxanet û dijminahî yeʺ.

Di daxuyaniyê de hate ziman ku ENKS`ê bi dildarî xizmeta neyaran dike û di daxuyaniya xwe de hilbijartin redikirine. Her wiha hat gotin ku ew jî mîna rejîma Sûriyê hilbijartinên komînan redikinʺ.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:ʺ Em weke Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû gelên xwe û partiyên siyasî dikin ku berê xwe bidin sendoqan û dengê xwe bidin. Rolê dîrokî yê ji wan têxwestin pêkbînin, ji giştî gelê Sûriyê û cîhanê re isbat bikin ku ew xwediyê azadî û demokrasiyê ne. Her wiha dawî li fitneyê bînin. Kesên ku dixwazin fitne derxînin êdî rastiya wan ji aliyê herkesî ve tê naskirinʺ.