حركة المجتمع الديمقراطي

Dayîkeke Êzdî amadekariya tolhildana xwe û zarokên xwe dike

738

QAMIŞLO – Dayîkeke Êzidî ji ber îşkenceya beden û derûnî û serpêhatiya wê û zarokên wê gelek lêhûrbûnên serpêhatiyê tevlîhev dike. Dayîkê hin ji bîranînên xwe yên reş ji dema ku hatiye revandin û heta serkeftina wê vedibêje.

Welatiya Êzdî ya bi navê Şêrîn Dexîl a ji gundê Til Qeseb a girêdayî Qezaya Şengalê, 25 salî ye û sê zarokên wê hene. Zarokê wê yê mezin 7 salî ye û yê biçûk jî 3 salî ye. Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, dayîk û zarokên wê ji aliyê çeteyan ve hate revandin.

Şêrîn bi qasî ku tê bîra wê dibêje dema ku çeteyan êrîşî gundê wan kirin wê û hevserê xwe hewldan zarokên xwe ji destên çeteyan rizgar bikin û berê xwe dane çiyayê Şengalê, lê çeteyan karibûn wan bigirin û ew veguhestin Beac û ji wir veguhestin girtîgeheke bajarê Tileeferê û li wir jin û zilam ji hevûdu cûda kirin û ji zilaman xwestin ku ola xwe bi ola Îslamî biguherînin da ku malbatên wan serbest bêne berdan. Şêrîn dibêje ku hevserê wê neçar ma îdîa bike ku ew bûye îslamî da ku malbata xwe biparêze. Li Tileeferê her du yan sê malbatên Êzdî yên ku îslam bûne di xaniyekê de bi cih kirin. Lê çeteyan soza xwe bi cih neanîn û piştî 10 mehan çeteyan dîsa zilam kom kirin û çavên wan girtin û ber bi cihekî ne diyar ve birin. Şêrîn ji wê demê ve ti agahî di derbarê hevserê xwe de wernegirtine.

Şêrîn di berdewama vegotina serpêhatiya xwe de wiha got: “Çeteyan em 30 jinên Êzdî li rex zarokên me kom kirin û em hemû di xaniyekê de kom kirin, paşê jî 20 çeteyên DAIŞ’ê hatin da ku ji xwe re jinekê weke ‘sebiye’ hilbijêrin. Wê demê jinan xwest ku zarokên wan bi wan re bimînin, lê çeteyan bi awayekî hovane dest bi îşkenceya me kirin û hemû zarokên kur di dibistanekê de kom kirin û ji bo beşdarî nava xwe bikin dest bi perwerdeya wan a leşkerî û mijîşuştinê kirin. Zarokên keçik jî bi dayîkên xwe re man, li ser vê yekê her sê keçikên min bi min re man.”

Şêrîn diyar dike ku piştî wê ew li rex zarokên wê ji çeteyekî Tirk yê bi navê Ebdilhemîd re ku li Tileeferê jiyan dikir, hatiye firotin û serpêhatiya xwe wiha domand: “Em weke xizmetkarên wî bû danûstandina wan gelekî hov û xirab bû, dema min daxwazeke wî pêk ne dianî, zarokên min îşkence dikirin.”

Şêrîn dibêje ku piştî demekê çeteyê Tirk ew firotiye çeteyekî Misrî ku berê du hevserên wî hebûn û wiha didomîne: “Hevserên wî ji min re gotin ji bilî xizmetkariya me, em tiştekî ji te naxwazin û ez nêzî salekê li ba wan mam. Paşê wî jî ez firotim DAIŞ’iyekî sêyemîn ku herêma bi navê El-Hesîbe ya li devera sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de jiyan dikir. Du keçên wî hebûn û rojane îşkence li min û zarokên min dikirin. Derfeta xwarinê rojane tenê carekê hebû.”

Şêrîn destnîşan dike ku piştî salekê dîsa ji DAIŞ’iyekî din re yê li bajarê Bo Kemal ê Sûriyeyê hate firotin û da zanîn ku ew mehekê li ba vî DAIŞ’î maye, paşê ew veguhestine bajarê Meyadîn û ji wir birine bajarê Dêrazorê, li vir xala dawî ya firotin û îşkenceya dayîkê û zarokên bû.
piştî sê salan ji girtin, jinfirotin û îşkenceyê li ser destên çeteyên DAIŞ’ê, Şêrîn li rex zarokên xwe karibû xwe ji destên çeteyan rizgar bike û bi alîkariya malbateke ji bajarê Dêrazorê xwe gihand herêmên rizgarkirî yên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de. QSD’ê ku hemleya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina Dêrazorê dabû destpêkirin, pêşwaziya dayîkê û zarokên wê kir û radestî Desteya Jinan a li bajarê Qamişlo kir, Deste jî ji bo dayîkê bigihîne malbata wê di nava xebatan de ye.

Şêrîn di vê derbarê de wiha dibêje: “Me bawer nedikir ku em ê ji destên DAIŞ’ê bêne rizgarkirin, dema ku em gihîştin herêmên di bin serweriya QSD’ê de, ji kêfa xwe re min bawer nekir. Hestên min weke ku ez û zarokên xwe nû ji dayîk bûne.” Şêrîn dibêje ku ew û zarokên wê ti carî serpêhatiya bi serê wan de hatiye ji bîr nakin.

Girêdayî hevserê Şêrînê, ew diyar dike ku ti agahiyên wê di derbarê wî de tune ne û ew hêvî dike ku dîsa vegere malbata xwe. Şêrîn di derbarê çarenûsa jinên Şengalî yên din de wiha dibêje: “Êş û îşkenceya bi serê me de hatiye ti carî nayê ji bîr kirin û ji ber hêrsbûna min buyer di serê min tevlî hev bûne. Gelek jinan êş û îşkence tehemûl nedikirin û di encamê de xwe dikuştin.”

Şêrîn Dexîl destnîşan kir ku ew bêdeng namîne û dê tola xwe û zarokên xwe ji DAIŞ’ê hilîne û soz da ku dê beşdarî Yekîneyên Jinên Şengalê bibe û şerê DAIŞ’ê bike  û dê parastina xwe û jinên Êzdî bike.

Hêjayî gotinê ye şervanên Yekîneyên Parastina Jin ên di bin sîwana QSD’ê de tevdigerin, Şêrîn Dexîl û her sê zarokên wê radestî Desteya Jin a kantona Cizîrê kirin û ew jî ji aliyê xwe ve dê radestî malbata wê ya li Şengalê bike.