حركة المجتمع الديمقراطي

Li herêmên Cizîrê û Firatê motorsîklet hatin qedexekirin

657
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Asayîşa Rojava li bajarên sereke yên herêmên Cizîrê û Firatê, motorsîklet qedexe kirin.

 Daxuyanî wiha ye:

″Li bajarê Qamişlo teqîna terorane de zarokek şehîd bû û gelek sivîl birîndar bûn. Ji bo parastina selametiya welatiyên sivîl, ji dîroka 19′ê Îlonê heta dema dayîna daxuyaniyeke din, li bajarên sereke yên herêmên Cizîrê û Firatê motorsîklet qedexe ne.

Banga me ji welatiyan re heye ku li gorî vê biryarê ve bigerin″.