حركة المجتمع الديمقراطي

Wê navenda çandê li Êyn Îsa were vekirin

673

EYN ÎSA – Komîteya Çand û Hûnerê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo vekirina navenda Çand û Hûnerê li navçeya Eyn Îsa amadekariyan dike.

Bi armanca ji nû va pêşxistina rihê çand û hunerê ku çeteyên DAIŞʹê li navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ya herêma Firatê û tevahiya herêmên dagirkiribûn tune kiribûn, Komîteya Çand û Hûnerê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo vekirina Navenda Çandê ya navçeya Êyn Îsa amadekariya vekirina navendê dike. Xebatên amadekariyê ji meha êlûnê hate destpêkirin. Di navendê de wê beşên wêje û helbest, beşa karê destan, şano ji zarok û mezinan re, mûzîka ku mîrsên civaka Reqayê temsîl dike were pêşandan.

Komîteya Çand û Hûnerê hin projeye û pîlanên di aliyê Çand û Hûnerê de pîlan kirine hene.Rayedaran gotin ku komîteyê amadekariya rêxistina festîvalên çand û wêjeyî, helbest, hûnera şêwekar, şanoya zarokan, kar li ser beşa avahî û mûzeyan û amadekirina mûzeyeke filklorî taybet. Her wiha dê dibistaneke perwerdekirina malbatên astengdarên ker û lal jî dê were vekirin.

Ji bo lidarxistina Festîvala Çandê ku çand û xwazaya jina Reqayê hewl bide, pêşengeha hunera şêwekar bi hevkariya mala jinê li navçeya Eyn Îsa û hevkariya Komîteya Jinê di Meclîsa Sivîl a Reqayê dê were vekirin.

Endama Rêveber ê Komîteya Çand û Hûnerê Celaa Hemzewî da zanîn ku ew hewl didin ku ji nû va mîrasa Reqayê vegerînin û belav bikin. Celaa her wiha da zanîn ku li herêmên rizgarkirî ên  bajarê Reqayê bigerin û bi hemû rewşenbîr, wêjevan û hunermendan re têkevin têkiliyan û wan rêxistin bikin.

Celaa da zanîn ku wê rengê navenda Çandê li gorî xwezaya hewirdorê ya Reqayê be, wê alavên mûzîkê wek Mizmar, Rebab, Def û alvên kevin tê de werin danîn.

Li ser projeyên yekemîn ku wê navend piştî vekirinê pêk bîne. Di van festîvalan de dê helbes, çîrok, şanoyên zarokan û pêşengehên hûnera şêwekar taybe bi zarokan wê were pêşandan. Endama Rêveberiya Komîteya Çand û Hûnerê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Celaa Hemzawî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Wêjevan, Hunermend Şêwekarên ji bajarê Reqayê ku koçî dervayî welat kirin vegerin welatê xwe û tevlî xebatên wan bibin.