حركة المجتمع الديمقراطي

Ji warê berxwedana sedsalê heta Reqayê şervaneke jin: Amargî

663

Bi armanca rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ`ê, Hêzên Suriya Demokratik (QSD) Pêngava Cenga Mezin ango Pêngava Rizgarkirina Reqayê di 6`ê Hizêranê de dest pê kir û pêngav di  roja 91’an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên QSD`ê mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyonan lidar dixin û gav bi gav ji çeteyan rizgar, dikin. Di vê çarçoveyê de, li taxên El-Berid û Mirûr ku li bereya rojava a aliyê Reqayê dikevin, di navbera şervanan û çeteyan de şer bi awayekî giran û dijwar berdewam dike.

Ji gelek bajarên Bakurê Suriyê, gelek şervan tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bûn. Yek ji wan jî Amargî Kobanê ye, ku ji Kobanê heta Reqayê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kiriye û hîn jî dike.

Ji destpêka şoreşê ve..

Amargî, di pêvajoya Yêkîneyên Xweparastina Gel (YXG) de tevlî Şoreşa Rojava dibe û 3 xwişk û birayê wê jî di bereyên cûda de niha cih digrin. Birayek û pismamek wê jî di berxwedaniya sedsalê ya Kobanê de destanên dîrokî nivîsandin û digihêjin şehadetê. Amargî bi xwe jî rêka wan dişopîne û bi xwe jî li hemberî hovên serdemê berxwedanek bêhempa nîşan dide. Piştî berxwedana Kobanê, Amargî beşdarî gelek pêngavên ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê hatin lidarxistin, dibe û niha jî li “paytexeta” DAIŞ`ê Reqayê di bereyên herî pêş de, şer dike.

’14 tax hatin rizgarkirin’

Amargî Kobanê, ku niha li eniyên rojhilat ên Reqayê şer dike, destnîşan kir ku her roj çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran li Reqayê dixwe.

Amargî bi domdarî got:”Gelên Reqayê dixwazin ji zordariya DAIŞ’ê rizgar bibin. Em li ser bang û daxwaza gel hatine vir û şer dikin. Di nava sê mehan de berxwedaneke girîng hate jiyîn. Ji bo misogerkirina ewlehiya jiyana sivîlan me li gelek taxan operasyon pêk anîn. Heta niha 14 tax hatine azad kirin.”

Ji Kobanê heta Reqayê vîna ku nayê şikandin

Amargî anî ziman ku wan di roja 91’emîn a pengavê de derbeyên giran li DAIŞ`ê  xistine û wiha pê de çû:”Li bajarê Reqayê  têkoşîna jinan mezin dibe û jin  bi şerkirinê re zanebûna xwe ya azadiyê pêk tînin, lewra li Reqayê şerkirin, vîneke mezin dixwaze. Çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Kobanê dixwastin vîna gelan, vîna jinan û mirovahiyê, radest bikin û her deverê, talan bikin. Bi gotineke din çeteyan ji bo tunekirina mafên jiyankirinê ya gelan li Heleb, Minbic, Kobanê û li tevahiya Bakurê Suriyê, plan çêkirin. Lê li hemberî planên çeteyan, me ji Kobanê heta Reqa, bi vîn û sekna xwe ya  rêxistinkirî li hemberî hişmendiya DAIŞ’ê şer kir û gav bi gav pêş de diçin.”

Ji gelan re diyarî

Amargî Kobanê tekez kir ku jin tenê bi têkoşînkirin û bi meşandina berxwedanê dikare azadiya xwe bi dest  bixe. Amargî îşaret pê kir ku ew îro, di serî de li Reqa û li gelek deverên Bakurê Suriye bi vê armancê tevdigerin.

Amargî diyar kir ku ew ê di demeke nêz de mizgîniya azadkirina Reqa ji destê çeteyên DAIŞ’ê ragihînin û azadkirina Reqayê diyarî gelan, bikin.