حركة المجتمع الديمقراطي

Di salvegera şehadeta xwîşka xwe de soza tolhildanê da

680

Ararat Aljîn şervana Eniya Parastina Jina Şahbayê ye û xwîşka şehîd Aljîn Gîvara ye. Herdû xwîşkan bi hev re soza şopandina riya şehîdan û têkoşîna li ser esasê felsefeya Rêbertiyê dan.

Şehîd Aljîn Gîvara di 31′ê Tebaxa sala 2016′an şehîd bû. Di salvegera yekem salvegera wê de, xwîşka wê Ararat Aljîn ji ANHA′yê re axivî.

Ararat anî ziman ku Aljîn  wekî jineke azad bi vîna xwe ya xurt gihîşt asta şehadetê û wiha got: ″Aljîn ne tenê xwîşka min bû, ew hevala min bû. Em piraniya demê bi hev re bûn û bi hev re çûn dibistanê. Ji ber ku em li ser felsefeya Rêbertiyê mezin bûn, bi destpêkirina şoreşa 19′ê Tîrmehê re, em beşdarî refên şoreşên bûn û armanca me azadiya ji zulmê û koletiyê bû.″

Ararat diyar kir ku piştî ew tevlî nava refên Eniya Parastina Jina Şahbayê bûn, ji hev dûr ketin û di eniyên cûda yên şer de cih girtin. Ararat wiha domand: ″Dûrketina me ji hev, li pêşiya pêşketina me û pêkanîna armanca me ya rizgarkirina jinan ji koletiyê nebû asteng. Aljîn çavkaniya moralên min bû, ji ber ku kesayeta wê di rewşa şer de xurt bû.″

Ararat wiha behsa kêliya bihîstina şehadeta xwîşka xwe kir: ″agahiya şehadeta Aljîn bi min pir giran bû. Kenê wê û ruhê wê yê çalak bûn xweştirîn bîranînên me.″

Ararat banga tevlîbûna nava refên Eniya Parastina Jina Şahbayê li hemû jinên herêmê kir û  axaftina xwe wiha bi dawî kir: ″Ez di salvegera şehadeta şehîd Aljîn de, soza tolhildanê û şopandina riya wê didim. Em ê bi têkoşîna xwe hêviyên wê yên rizgarkirina jinê pêk bînin.″