حركة المجتمع الديمقراطي

Cenazeyên Ebû Şilaş û Seyid Riza hatin veşartin

732

TIRBSEPIYÊ – Şêniyên navçeya Tirbespiyê  cenazeyên Seyid Riza û Ebû Şilaş li goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin.TIR-MERASIME-SEHIDA ‫(167248388)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG′ê Xelîl Şilaş (Ebû Şilaş El-Idwanî)  ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye û Endamê Hêzên Asayîşê Cemal Remo (Şeyid Riza) ku ji ber nexweşiyê şehîd bûye, oxir kirin.

Karwanên cangoriyan li goristana Şehîd Dilşer ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPG′ê û Hêzên Asayîşê ve dest pê kir. Piştre Fermandar Azad Mihemed, Endamê Rêveberiya Hêzên Asayîşê Ebdullah Xelîl û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan Efîn, axivîn.TIR-MERASIME-SEHIDA ‫(167248385)‬ ‫‬

Di axaftinan de, bixêrhatina beşdaran hat kirin û sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin. Her wiha hat zanîn ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê serkeftinên mezin di qadên leşkerî û siyasî de hatin bidestxistin.

Di dawiyê nasnameyên herdû şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

Endamê Hêzên Asayîşê Cemal Remo di salên 80′î de beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û ji kesayetên nêz ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû. Rêbertiyê navê Seyid Riza lê kir.

Cemal bi destpêkirina şoreşa Rojava re beşdarî nava refên Hêzên Asayîşê bû û di gelek operasyonan de cih girt.