REQA – Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 10 sivîlên din ên Reqayê ku piraniya wan jin û zarok bûn, rizgar kirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi rizgarkirina sivîlan û pêşveçûyîna şervanên QSD`ê dewam dike. Di vê çarçoveyê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 10 sivîlên din ên Reqayê ji texa Mirur ku li aliyê rojava yê bajar dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Şervanan sivîlên ku rizgarkirine ew gihandin cihên bi ewle.
Her wiha îro vê sibehê jî tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqayê, 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin.