حركة المجتمع الديمقراطي

ʹBeşdarbûna civakê serkeftina federaliyê yeʹ

719

DIYAR EHMO 

QAMIŞLO – Kordînasyonera Giştî ya Partiya Nûjem û Demokratîk a Sûriyê Rola Herûn diyar kir ku serkeftina hilbijartinên komînan û hilbijartinên federaliyê, bi beşdariya aktîf a civakê û partiyên siyasî ve girêdayî ye.

Kordînasyonera Giştî ya partiya Nûjen  û Demokratîk a Sûriyê Rola Harûn têkildarî hilbijartinên hevserokên komînan ji ANHA`yê re axivî û wiha got: ʺEm wek partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, di ragihandina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de beşdar bûn, em dibînin ku Federalî projeyeke mezine  û ji komînan dest bi pêngavên xwe kiriye.

Rola Herûn da xuyakirin ku projeya Federaliya Demokratîk dê çarenûsa gelên di sînorê wê de bi hev re jiyan dikin, destnîşan bike.

Li ser girîngiya komînan jî Rola Hartûn got ku Komîn wek biloka bingehîn a sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye, ku bi hemû derfetên xwe ji hemû aliyên siyasî, çandî û civakî ve, xizmeta civakê dike.

Rola Harûn anî ziman ku ew bi bawer e Federaliya  Demokratîk çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyêye û dê bi hemû derfetên xwe bi Federaliyê re bin.

Rola Harûn, derbarê serkeftina Hilbijartinên Komînan û serkeftina Projeya Federaliyê de bang li hemû aliyên civakê kir û got: ʺGelên Bakurê Sûriyê, hemû partiyên siyasî û mezheb û tayîfe û kesayetên çandê pêwîste her kes beşdaîr Hilbiujarinên Komînan  bibin.ʺ