حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Tebqayê cenazeyên 3 cangoriyan oxir kirin

738

TEBQA – Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê û gundewarên wê cenazeyên 3 şervanên QSD′ê ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, oxir kirin.TEBQA-MERASIME-SEHIDA ‫(190710275)‬ ‫‬

Karwanên hersê şervanên QSD′ê Mihemed Ibrahîm (Zilzal), Ela Ehmed (Heqî) û Ebdulrehîm Hisên (Ebdulrehîm) ji Kantona Kobanê ket rê û di saetên esrê de gihîşt bajarê Tebqayê. Karwan li ser bendava Firatê ya dikeve ketina bakurê bajêr, ji aliyê bi sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Cenazeyên têkoşeran bi dirûşmeyên ″Bi can bi xwîn, em bi te re ey şehîd″ derbasî goristanê hatin kirin. Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Lihevanînê ya êlan Fewaz Bêk êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Şahbayê şermezar kir.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Bi can bi xwîn, em bi te re ey şehîd″ hatin veşartin.