حركة المجتمع الديمقراطي

Cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst hat oxirkirin

892

DÊRIK – Şêniyên bajarê Dêrikê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan ku li herêma Serêkaniyê şehîd bûye, oxir kirin.DERIK-MERASIME-FRMANDAR-WERHAN ‫(190710280)‬ ‫‬

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirceryan) ku li herêma Serêkaniyê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû, ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîd Orhan, her wiha alên partiya Komunîst hildan û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Şêniyên derketin ser rê û karwanê şehîd bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ pêşwazî kirin. Li goristanê hevalên şehîd Orhan cenazeyê wî hilgirtin ser milên xwe û derbasî goristanê bûn.DERIK-MERASIME-FRMANDAR-WERHAN ‫(190710273)‬ ‫‬

Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê ve, dest pê kir. Piştre bi navê Partiya Komunîst, Fermandar Cemîl Rojava axivî û da zanîn ku şehîd Orhan di 15 saliya xwe de ji komujiya ku Osmaniyan bi serê Ermenan kir, filitî û tevlî tevgerên azadiyê bû, da li dijî faşîzmê xizmeta mirovahiyê bike.

Cemîl di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Orhan beşdarî hemû şoreşên li Ermînya, filistîn û Rojava hatin lidarxistin, bû û bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer kir û armanca wî rizgarkirina gelan ji zulma sîstemên faşîst bû.DERIK-MERASIME-FRMANDAR-WERHAN ‫(190710274)‬ ‫‬

Cemîl got ku heta ku civakên bindest hebin, ew soza şopandina riya şehîd Orhan didin.

Her wiha gelek axaftinên din têkoşîna şehîd Orhan a ji bo parastina mirovahiyê û rizgarkirina gelan, vegotin û soza domandina têkoşînê dan.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayîkan de hat veşartin.