EFRÎN – Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemed ku heta hinasên dawî gelê xwe diparast, oxir kirin.
Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avirîn a Kantona Efrînê kom bûn, alên Hêzên Asayîşê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan û Rêbertiyê hildan.
Girseya gel cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemed ku 25′ê Tebaxê di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bûye wergirtin, ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Hundirîn Hesen Beyrem, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê Egîd Cefer û Seroka Desteya Kar û Barên Civakî Erîfe Bekir, axivîn.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat zanîn ku têkoşer Mihemed ji destpêka şoreşa Rojava ve, beşdarî qadên berxwedanê bû û heta hinasên dawî welatê xwe diparast.
Her wiha bang li welatiyên herêmê kirin ku beşdarî hilbijartinên Komînan bibin, nûnerên xwe hilbijêrin, da xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û armancên wan pêk bînin.
Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.
(