حركة المجتمع الديمقراطي

Artêşa Tirk dixwaze xaka gundê Aşmê dagir bike

722

KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker û di çarçoveya avakirina dîwarê ku li ser sînorê di navbera Rojava û Barkuê Sûriyê de ava dike, dixwaze beşek ji gundê Aşmê ya rojavayê bajarê Kobanê dagir bike, hêzên YPGʹê jî hewldana wan dibersivîne.KOBANE-ARTESA-TIRK-DERBASI-AXA-KOBANE-BU1` ‫(1)‬ ‫‬

Îro di saetên nîvor de Artêaş Tirk li nêzî gundê Boban a 15 kîlometreyan rojavayê bajarê Kobanê ye di çarçoveya lêkirina dîwar sînor derbas kir. Hêzên YPG/YPJʹê jî bersiva hewldana Artêşa Tirk dan. Di encamê de Artêşa Tirk neçar ma paş de vegere.

Artêşa Tirk di saetên piştî nîvro de jî li rastî gundê Aşmê yak u 20 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê ye û gora Silêman Şah li wir danîne dest bi lêkirina dîwar kir.

Artêaş Tirk di 23ʹê sibata 2015ʹan de bermahiyên  cenazeyê Silêman Şah ji herêma Pira Qereozaq a li nêzî Firatê anîn gundê Aşmê û gora wî mesafeya 500 metrî di hindirê xaka Rojava de çêkirin.

Şêniyên gund destnîşan kirin ku Artêşa Tirk niha hewl dide ku wê xaka Rojava ku yên şêniyên gunde bi ser xwe ve berdin û dîwar li beriya wê lê bikin.

Li gorî pîlanên Artêşa Tirk ew dixwazin mesafeya 500 metrî û dirêjahiya hezar û 500 metrî ji xaka gund bi ser xwe ve berdin. Erdên ku dixwazin bi ser xwe de berdin zeviyên gundiyan e.

Dewleta Tirk dixwaze ku dîwar bi mesafeya 5-10 metrean nêzî malên welatiyanên bakur gund lê bike.

Hêzên YPG û YPJʹê rê neda Artêşa Tirk ku xakê dagir bike û pîlana wan a lêkirina dîwar rawestand.

Niha jî li hermê bê dengî serwer bûye. Alavên Artêşa Tirk ên lêkirina dîwar jî sekinîne