حركة المجتمع الديمقراطي

YPG`ê perwerdeya foca pêncan bi dawî kir

698

EFRÎN – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li kantona Efrînê dewreya pêncemîn a focên leşkerî ku bi tevlîbûna 303 şervan hate destpêkirin, bi dawî kir.EFRIN-DAWIKIRINA-DEWREYA-5-YA-FOC-YPG ‫(127861250)‬ ‫‬

Dewreya ku 6 mehan dirêj kir bi navê dewreya şehîd Elî Şêr hathate destpêkirin. Di dewreyê de 303 şervanên YPGʹê perwedeya leşkerî û bîrdozî dîtin.

Serokê Desteya Parastinê yê Kantonê Behcet Ebdo û hin fermandarên YPG/YPJ`ê di merasîma dawîkirina dewereya focê de amade bûn.

Merasîma dawîkirina dewreyê bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê endamên dewreyê ve hate lidarxistin, destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê Behcet Ebdo dawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir.

Ebdo da zanîn ku tevî êrîşên ser hev ên dagirkeriya Tirk ku li ser herêmê pêk tê, lê îradeya wan di berxwedan û parastina axê de kêm nabe.

Piştre koma şehîd Rojîn a navenda çand û hunerê hin stranên şoreşgerî û floklorî pêşkeş kirin. Dewre bi gerandina dîlanê bi dawî bû.