حركة المجتمع الديمقراطي

Şêxê Êla El-Bobene: Komîn daxwazên civakê pêk tîne

690

NARÎN EMÎN – NÛRA ELÎ

EFRÎN – Şêxê Êla El-Bobene ya Kantona Efrînê ya Herêma Efrînê Şêx Faris Xelîl diyar kir ku komîn daxwaza civakê bi cih tîne û bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin sindoqên hilbijartinan û dengê xwe bidin.

Şêxê Êla El-Bobene ya Kantona Efrînê Faris Xelîl derbarê rola pêşeng a komînan di civakê de ya pêşwazîkirina pirsgirêkên şêniyan û xebatên çareserkirina wan pirsgirêkan, ji ANHA`yê re axivî.

Xelîl di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Xebatên komînan hûrbîniya bi şêniyan re ye û çareserkirina pirsgirêkên wan e. her wiha ger pêwîstî hebe wan pirsgirêkan digihînin aliyên têkildar, da ku jiyaneke geş û hevbeş di nava tevahî aliyên civakê de bi hemû pêkhate û tayifeyan, pêk bîne.”

Ji bo derbaskirina pirdgirêkên berê yên komînan, Xelîl daxwaz ji endamên komînan kir ku piştî hilbijartinan, ji bo xebatên pêşxistina komînan zêde tevbigerin û wiha pê de çû: “Pêwîst e hevserokên komînan zêdetir bi şêniyan re di nava têkliyan de bin, da ku karibin astengî û pêşniyarên wan di ber çavan re bigrin , wek peydakirina derfetên kar ji kedkarên bê kar re û naskirina astengiyên di civakê de.”

Şêxê Êla El-Bobene bal kişande ser komînan ku wek wesîleya yekemîn a  şêniyan e ji bo derbaskirina pirsgirêkan û armanc dike ku têkliyan di navbera gelên herêmê de zêde bike.

Di dawiya axaftina xwe de, şêx Feris Xelîl bang li hemû şêniyan kir ku berê xwe bidin sindoqên hilbijartinan û dengê xwe bidin û wiha got: “Li Kantona Efrînê em di nava civakeke ku biratiya gelan tê de serwere jiyan dikin, divê em hemû aliyan,çi kurd û ereb beşdarî dengdanê bibin.  Dengdan erk û mafê her kesekî di vê civakê de jiyan dike ye, da gel nûnerên xwe hilbijêre û armancên gelê kantonê yên civakeke geş û hevbeş pêk were.”