ALVA OSÊ – SLAVA ÎBRAHÎM
ŞENGAL – Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Şengalê Nehle EL-Yûsif got ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzîdixaneyê, dê rê li ber komkujiyan bigre ku bi dirêjahiya salên derbasbûyî de derheqê gelê Êzidî de pêk dihat.
Cîgira Hevserokatiya Rêveber a Şengalê Nehle El-Yûsif, derbarê benda 10`ê ya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzidxaneyê ya têkildarî azadiya jinê di rêxistin û kar de, ji ANHA`yê re axivî û wiha got: ʺEm bi hamû hêza xwe ji bo xizmeta şêniyên ku vedigerin warên xwe kar dikin. Em ê pêşkêşkirina destekê ji wan re bidomînin da ku nebin qurbanê kiryarên partiyên siyasî û dewletên derdorê.”
Nehle bal kişand ku lîstokên dewletên derdorê û siyasetên qirêj hê bi awayekî neyînî têne dariştin û got ku gelê Êzidî piştî fedakariya şervanan a ji bo rizgarkirina Şengalê dane, tu carî serî natewîne û dê berxwedanê bidomînê.
‘Rêveberiya Demokratîk a Êzidxaneyê dê rê li ber kopmkujiyan bigre’
Nehle di berdewama axaftina xwe de wiha got:”Piştî me Rêveberiya Xweser ava kir û biryarên têkildarî jinê girtin, me zanî ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzîdixaneyê dê rê li pêşiya komkujî û fermanan bigre ku derheqê me de dihatin pêkanîn. Em bibûn qurbanê proje û lîstokên li dijî me dihatin çêkirin.”
Nehle her wiha got:”Me biryara xwe da û gotina xwe ji hemû cîhanê re kir ku Rêveberiya me dê xweser be û kesê rêveberiya me bike dê ji Êzîdixaneya pîroz be.”
Nehle da xuyakirin ku dê ji bo maf û destkeftên jinên tevbigerin ku di encama dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê ji xaka wan a pîroz re, rastî zulmê hatibûn. Nehle diyar kir ku kedên şervanên YJŞ`ê yên ji bo rizgarkirina êsîrên jin ên ku çeteyên DAIŞ`ê revandibûn pêkanîne, silav û pîroz kir.