حركة المجتمع الديمقراطي

Komîteya Şêwrê serdana partiya pêşverû û Koalîsyon Niştimanî kir

693

QAMIŞLO – Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Koalîsyona Netewî kurdî li Sûriyê desteka xwe ji lidarxistina şêwra Rojava re anîn ziman.QAMISLO-CIVINEN-KNK (1)

Komîteya Amadekar a Kongra Netewî ya Kurdistanê li Rojava serdanên xwe ji navedên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe re dewam dike.

Bi vê boneyê şandeya komîteyê ku ji bijîşk Ebdilkerîm Omer, Luqman Ehmî, bijîşk Ebîr Hesaf û Telal Mihemed pêk dihat, serdana buroya Partiya Pêşverû ya li bajarê Qamişlo kir û ji aliyê Endamên partiyê Ehmed Berekat, Ehmed Silêman û Endamê Buroya Siyasî Hesen Kinco ve hatin pêşwazîkirin.

Rayedarên partiyê desteke xwe ji hewldanên komîteyê re anîn ziman û destnîşan kirin ku çareseriya herîn guncav ji meseleyên taloqkirî re Kongreya Netewî ye. Di vê çarçoveyê de jî partiyê ji komîteya amadekar daxwaz kir ku zemînê nêzikirina TEV-DEM`ê û ENKS`ê bê avakirin.

Endamên komîtê jî ji aliyê xwe ve desteka xwe ji hemû insyatîfên yekirina refa kurdî re raber kirin.

hisein cengo

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê Hesen Kenco ji ANHA`yê re diyar kir ku ew vê gavê ji bo xizmetkirina civaka kurdî girîng dibînin û hêviya xwe wiha anîn ziman” Şêwreke kurdî ji hemû partiyên li Rojava pêk were û bi vî awayî berve kongreya netewî ya kurdistanî ve gav bê avêtin.”

Paşê komîteya amadekar serdana navenda Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê kir û ji aliyê Hevserokê Koalîsyonê Mistefa Meşayix û endamên wê Salih Gedo, Nesredîn Ibrahîm û Fozî Şengal ve hatin pêşwazîkirin. Li wir derbarê girîngiya lidarxistina şêwra netewî, taybet piştî nêzikbûna Tirkî û Îranî de axivîn.

Koalîsyonê da zanîn ku ji dema damezirandina wan de ew hêvîdar in ku şêwr û kongre bê lidarxistin.

mustefa

Serokê Koalîsyonê Mistefa Meşayix ji ANHA`ê re got” Em desteka komîteya amadekar a şêwra Rojava dikin.” û da zanîn ew ê hemû erkên xwe yên biserxistina kongreyê pêk bînin.QAMISLO-CIVINEN-KNK (2)

Hêjayî gotinê ye ku Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî ji partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a kurdî li sûriyeyê, Partiya Çep a Demokratîk, Partiya Wifaq û Partiya Îslah pêk tê.